DBP'ê û HDP'ê qeyûm şermezar kir
WAN (DÎHA) - Rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçeya Artemêtê biryara tayînkirina qeyûmê şermezar kir.
Rêxistina DBP'ê û HDP'ê yên navçeya Artemêtê ya Wanê bi boneya biryara tayînkirina qeyûmê daxuyaniya dan.
Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên heremî û navendî û welatî tev li daxuyanîyê bûn. Hevseroka DBP'ê ya navçeya Artemêtê Medenî Zer diyar kir ku piştî hilbijartina Adara 2014'an gelek şaredarî bi dest xistin û AKP li Kurdistanê tek çû. Zer, anî ziman ku ji ber li Kurdistanê AKP têk çûye êrîşî vîna wan dike û dixwaze bi riya qeyûmê şaredariyê ji destê gel derxe.
Komê di çalakiyê de bê navber silogana "Êrîş me bêzar nakin" berz kir.
(era/mae)