DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bîrlîk: Berxwedana botanê nû destpê dike

 
11 Îlon
16:19 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîkê tayînkirina qeyûman şermezar kir. Parlementer Leyla Bîrlîk axivî û wiha got: "Berxwedan li Botanê nû destpê dike."

Li navçeya Cizîra Şirnexê Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk tayînkirina qeyûman şermezar kir. Kunur, da zanîn ku di seatên 06:00'an de hikûmeta AKP'ê li hemberî Şaredariyên DBP'ê derbe pêk aniye û wiha got: "Tirkiyeyê 15'ê tîrmeha 2016'an dest bi darbeya li hemberî îradeya gelê kurd kirîbû. Li hemberî rêveberiya hatî hilbijartin darbe hatiye kirin. Hikûmeta AKP'ê dibêje ku hilbijartin, sandik, ne mafê gelê kurd e. Ev jî dide diyarkirin ku Erdogan mafê gelê kurd binpê dike."

'Destdanîna ser Şaredariyan darbeyek vekiriye'

Kunur da zanîn ku destdanîna ser şaredariyên gelê kurd darbeyek vekiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev destdanîna ser şaredariyên me nayê qebulkirin û bê hiqûqiyek mezin e. Em tayînkirina qeyûman bi tundî şermezar dikin. Tayînkirina qeyûman neheqiyek li hemberî gelê kurd hatiye kirin."

'Hêzên AKP'ê Şaredariya gel gasp dike'

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê qeyûm avêtin ser 24 şaredariyên DBP'ê û wiha got: "Di seatên serê sibê de hêzên dewletê li ser mala hevşaredara bi sedî 90 dengan hatî hilbijartin Leyla Îmret de girtin û binçavkirin. Niha jî bi tayînkirina qeyûman hêzên dewletê derdora Şaredariya Cizîrê bi TOMA, wesayîtên zirxî û bi bariyerên hêsin girtine. Hikûmeta AKP'ê pê vê helwesta xwe vîna gel nasnekiriye. AKP bê hiqûqiyê dike. Niha hêzên AKP'ê şaredariya gel desteser dike. Hêzên dewletê û AKP'ê hem wext derdorê şaredariyên Silopiyan û Cizîrê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine."

'Gelê kurd de li hemberî êrîşên AKP'ê berxwe bidin'

Bîrlîk bal kişand ser berxwedan gelê kurd û wiha pêde çû: "Gelê Cizîrê mehan hat bombebarankirin û talankirin. Ev talankirin hina jî berdewam e. Lê bila her kes baş bizane ku gelê kurd dê li hemberî êrîşên AKP'ê li ber xwe bide. Berxwedana gel dê ji nû ve destpê bike. Ew jî dê berxwedana wî gelî ya 40 salan carek din bibînin."

Bîrlîk diyar kir ku ew ê gelê kurd li hemberî wê bê hiqûqiyê raveste û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev bê hiqûqî dê Tirkiyeyê ber bi kaosekê ve bibe. Hikûmeta AKP'ê pê vê helwesta xwe carek din da nîşandan ku gelê kurd qebûl nake. Lê bila bizanin em hemû dê li hemberî vê bê hiqûqiyê û zilmê li ber xwe bidin."

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN