DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tekîner: AKP'ê dest danî ser vîna gel

 
11 Îlon
15:50 2016


AMED (DÎHA) – Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekîner bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da û diyar kir ku îktidara AKP'ê vîna gel desteser kiriye û ew vê yekê qebûl nakin.

Bertekên gel û siyasetmedarên kurd a li dijî desteserkirina vîna gel zêde dibe. Piştî ku hikumeta AKP’ê 28 şaredarî bi riya qeyûmê tayîn kir gel û bijarteyên gel bertekên xwe anîn ziman. Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Farqînê Hevserokên HDP ya şaxa Farqînê, Hevserok û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Farqînê, Endamên Meclîsa Şaredariya Farqînê, xebatkarên Şaredariya Farqînê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Farqînê, Hevserokên MEYA-DER a Farqînê û Cîgirên Hevşaredarên Farqînê Zuhal Tekîner û Kerem Canpolaten civina çapemeniyê pêk anî û desteserkirina vîna gel şermezar kir. Daxuyanî li salona civînê hate dayîn.

'Darbeya rastî niha xistin meriyetê'

Cîgira Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekîner destnîşan kir ku di saetên serê sibehê de polîsan bi wesayitên zirxî bi ser şaredariyê de girt û dest danîne ser vîna gel. Tekîner aşkere kir ku polîsên tîmên taybet deriyê hin odeyan şikandin, lêgerînan û li odeyan lêgerîn dikin. Tekiner, da zanîn ku AKP'ê darbeya rastîn hêj nû li ser şaredariyan xistin meriyetê û wiha got: "Daxuyaniya ku di 15 Tîrmehê de di TRT’yê de hate xwendin îro di ser şaredariyan de kirin meriyetê. Em ê vê darbeyê nasnekin û serî jî li ber wan netewînin. Em ê xebatên xwe yên ji bo gel berdewam bikin.”

(bo-ua/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN