DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HDK û HDP'ê 56 kesên li Dîlokê hatin kuştin bibîr anîn

 
11 Îlon
14:55 2016

DÎLOK (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, bi girseyî 56 kesên di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê hatin qetilkirin bibîr anîn. Yuksekdag got: "Êşa bi me kişandin ji wan re namîne"

Hêvseroka giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, wekîlên HDP Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û gelek kesên din hatin Dîlokê û Rêxistina DBP'ê ya Şahinbeyê ziaret kirin. Piştî ziyareta DBP'ê, kom heta ber qada ku di 20'ê tebaxê de komkujî lê pêk hat û 56 kesên di dawetê de hatin qetilkirin meşiyan. Girseya ku heta qata teqînê ya taxa Beybahçeyê meşiyan, bê navber siloganên "Şehîd naimirin", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Zext me bêzar nakin" berz kirin. Girseya ku heta qadê meşiyan, li vir ji bo kesên di têkoşînê de jiyaa xwe ji dest dane rêz girtin.

Koçyîgît: Kurd berê jî di vê cendereyê re derbas bûn

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, hişmendiya kujer şermezar kir û diyar kir ku hişyendiya îxtîdarê li ser tunekirina gelê Kurdistanê hatiye avakirin û wiha got: "Kurd berê jî di vê cendereyê re derbas bûn. Lê kurt bi înkar, îmha û kuştinê tune nabin. Kurd dê têkoşîna xwe mezin bikin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî anî ziman ku li Dîlokê 56 welatî hatin qetilkirin û wiha got: "Her êş û zilma bi gelê kurd dane kişandin dê ji wan re nebîne. Hemî êş û zilm dê bibe jahr û li wan vegere. Em teslîm nebûn û em teslîm nabin." Girsê piştî li cihê komkujiyê 56 kes bibîr anîn, piştre çûn goristanê û malbatên 56 kesan ziyaret kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN