DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kurdistanî: Em ê şaredariyên xwe teslîm nekin

 
11 Îlon
14:50 2016

MÛŞ/WAN (DÎHA) - Gelê Wan û Kopê aşkera kir ku AKP'ê vîna wan gasp kiriye, ev "sordariya" li ser gelê kurd tê meşandin dê bi tu awayî neyê qebûlkirin û heta dawiyêdê xwedî li şaredariyên xwe derkevin.

Piştî qayûma li dijî Şaredariya Kopê gel li ber avahiyê li hev kombû û bertekên li dijî qayûmê berdewam dike. Gel diyar kir ku Qaymeqamê navçeyê Omer Şahînê ku wekî qayûm hatiye tayînkirin ew tu carî qebûl nakin, bi vê hewldanê hemû girêdanên di navbera dewlet û gel de qût bûne.

Mehmet Şirîn Sevgî diyar kir ku qayûm li dijî vîna gel debe ye û ev tişt got: "Me ew wekî wekîl hilbijartibûn. Ev tiştekî ku bê qebûlkirin nîne. Qayûm dordarî ye û vîna gel tune hesibandin e."

Kadrî Topçu jî got "Em ê vîna xwe teslîm nekin" û wiha pêde çû: "Li cihê hilbijartiyên me qayûm tayîn kirin zilim e. Ev derbeya li dijî vîna me ye. Em ê vê qayûmê tu carî qebûl nekin."

Abdullah Tetîk jî destnîşan kir ku wan dengê xwe daye û tenê ew dikarin ji peywîrê bigirin, hat gotin ku pêkanînekî wiha di demokrasiyê de tune. Tetîk anî ziman bi vê qayûmê hemû kar û barên gel hatine rawestandin, divê gel li dijî vê berxwedanê mezin bike.

Şerîf Tutar jî piştrast kir ku vîna gel li ser her tiştî re ye û wiha axivî: "Mirovan ew qas ked da û şaredariyên xwe bi dest xist, niha yekî ku hatiye tayînkirin dê çawa vîna me temsîl bike? Ji bo wê gel qayûman nas nake."

Dê gelê Wanê zordariyê nas neke

Li navçeyên wekî Erdîş, Riya Armûşê, Artemêt û Qelqeliyê yên Wanê jî dest danîn ser vîna gel, welatiyên li ber avahya DBP'ê hatin gel hev, diyar kirin ku şaredar bi vîna gel hatine hilbijartin, tenê gel dikar ji peywîrê bigire, dê qayûmê nas nekin. Abdurrahman Olgun pêkanîn wekî "zrodarî" da nîşan û ev wekî zilma li dijî gelê kurd pênase kir.

Nurî Gur destnîşan kir ku dê gel xwedî li vîna xwe derkeve û aşkera kir ku bila her kes baş bizanibe dê qeyûman nas nekin.

Mehmet Salih Işik jî qayûm wekî derbe pênase kir û got ew dê têkoşîna xwe bidomînin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN