DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevşaredarên ji peywirê hatin girtin: Emê li ber xwe bidin

 
11 Îlon
14:01 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevşaredarên DBP'ê nerazîbûnek tund nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku li hemberî vê tayînkirina bê hiqûqî ewê li ber xwe bidin. Hevşaredaran danzanîn ku ewê tevî gelê xwe bikevin nava berxwedanê.

ÊLIH: Ewê berxwedana me bidome

Hevşaredara Êlihê Gûlîstan Akel dazanîn ku di saet 8:00'ê sibehê roja yekşemê li hemberî Şaredariyê DBP'ê derbe pêk hatiye û wiha got: "Em tevî gelê xwe li ber Şaredariyê ne. Sedan polîs tevî wesayitên zirxî derdora şaredariya gel dorpêçkiriye. Gelê me li hemberî vê bêhiqûqiyê nerazîbûnê nîşan dide. Em destûrê nadin vê pêkanînê û heta dawî emê tevî gelê xwe li ber xwe bidin."


KERCEWS: Emê heta dawî li ber xwe bidin

Hevşaredarên navçeya Kercewsê ya Êlihê Zeynep Koyuncu û Abdulkerîm Demîr danzanîn ku ewê qeyûmê hatiye tayînkirin nasnekin û heta dawî li ber xwe bidin û li vîna gel xwedî derkevin.

QUBÎN: Em nasnakin

Hevşaredarê navçeya Qubînê ya Êlihê Mustafa Ozturkê ku beriya niha ji peywirê hatibû girtin jî got ku ewê qeyûmê hatiye tayînkirin nasnekin.

AWÎSKÊ: Em qeyûm nasnakin

Hevşaredarê bajaroka Awiskê ya girêdayî Qubîna Êlihê Hîdayet Tiryakî jî dazanîn ku şaredariya wan hatiye dagirkirin û li hundirê şaredariyê lêgerîn pêk tê û anî ziman ku ewê qeyûm nasnekin.

FARQÎN: Yên bi hilbijartinê hatine bila bi hilbijartinê biçin

Hevşaredarê navçeya Farqîn a Amedê Kerem Canpolat got ku saleke ku şaredariya wan qeyûm hatiye tayînkirin û diyar kir ku heta niha ew nikarin xizmeta gel bikin û anî ziman ku ev yek li dijî rêgezên demokrasiyê ye û got: "Bila bên em biçin hilbijartinê, yên bi hilbijartinê hatine bila bi hilbijartinê biçin."

RÊYA ARMUŞ: Îro derbe pêk hat

Alîkarê Hevşaredarê navçeya Rêya Armûşê yê Wanê Halît Çakir diyar kir ku îro derbe pêk hat û got ku bi vê derbeyê dest danîn ser vîna gel. Çakir dazanîn ku ewê ev pêkanîn ji hêla gel û hilbijêrên wan ve neyê qebûlkirin û anî ziman ku di erîfeya cejna qurbanê de Kurd hatine cezakirin û got ku berdêla wê çi dibe bila be ewê qeyûmê nasnekin.

ERDÎŞ: Emê vîna gel teslîm nekin

Alîkara Hevşaredarên navçeya Erdîşa Wanê Guler Avci jî dazanîn ku ewê bi tu awayî desteserkirina vîna gel qebûl nekin û got ku ewê li ber xwe bidin.

QELQELÎ: Vîna gel hatiye xespkirin

Alîkarê Hevşaredarên navçeya Qelqeliya Wanê Cafer Seven jî dazanîn ku şaredariya wan bi awayekî çetevarî hatiye xespkirin û got ku vîna gel a ku bi sedî 80 hatiye hilbijartin tune hatiye hesibandin û xwest hemû kes li qadan mafê xwe yê demokratîk bikarbîne û xwedî li şaredariya xwe derkeve.

ARTEMÊT: Li tu deverê cîhanê tiştek wiha nihatiye dîtin

Alîkara Hevşaredarên navçeya Artemêtan a Wanê Nurhayat Çelîk jî dazanîn ku tayînkirina qeyûmê berdewamiya zilma ku bi salane li hemberî gel pêk tê ye û got ku tiştek bi vî rengî heta niha li tu deverên cîhanê pêk nihatiye.

COLEMÊRG: Şaredarî ya gel e

Alîkara Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz jî diyar kir ku li hemberî vîna gel derbe pêk hatiye û dazanîn ku ewê tayînkirina qeyûmê teqez nasnekin û got şaredarî ya gel e.

KOP: Dest danîn ser vîna gel

Alîkarê Hevşaredarên navçeya Kop a Mûşê Arafat Kardagi jî diyar kir ku Qesrê li hemberî vîna Kurdan derbe pêk aniye û got ku şaredariyên ku nekarîbûn bi riya hilbijartinê bidestbixin niha bi awayekî zordarî dixwazin desteser bikin û got: "AKP'ê dest danî ser vîna gel."

Hevşaredara navçeya Tozan a Idirê Neşegul Can, Alîkarê Hevşaredarên bajaroka Xoşaber a Idirê Halît Taşdemîr, Hevşaredara navçeya Xinisê ya Erziromê Gulay Teker, Hevşaredarê navçeya Pirsûs a Rihayê Halîl Akbaş, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur, Hevşeradarê navçeya Silopiya Şirnexê yê ji peywirê hatiye girtin Seyfettîn Aydemîr, Hevşaredarên navçeya Şemrex a Mêrdînê Necla Yildirim, Hevşaradara navçeya Nisêbînê Sara Kaya, Hevşaredarê Dêrikê Yaşar Acebek û Hevşaredarê navçeya Kerboranê Mahmut Kiliç jî danzanîn ku li hemberî vîna gel derbe pêk hatiye û bang li tevahî gel kirin û xwestin li Şaredariyên xwe xwedî derkevin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN