Gelê Êlihê şaredariya xwe bernade

ÊLIH (DÎHA) - Li hemberî tayînkirina qeyûmê ya Şaredariya Êlihê sedan kesên li ber avahiya Şaredariyê hatin cem hev vê yekî protesto kir. Sedan welatiyên rastî êrîşa polîsan hatin ligel vê jî ji pêşiya şaredariyê venaqetin.
Piştî tayînkirina qeyûmê sedan kesên li ber avahiya Şaredariya Êlihê hatin cem û bi dûrişmeyan tayînkirina qeyûmê protesto kirin. Welatiyên li ser kolana Amedê meş lidarxistin rastî mudaxaleya polîsan a bi guleyên plastîk û ava şid hatin. Di êrîşê de welatiyek bi guleya plastîk birîndar bû.
Li hemberî êrîşê gel dûrişmeyên 'Emê bi berxwedanê qezinc bikin' bi bedena xwe li hemberî êrîşê rawestiya.
Di dema çalakiyê de gelek ajokaran jî bi lêdana korneyan piştgirî dan çalakvanan. Polîsên xwestin wesayitan girêbidin rastî nerazîbûna gel hatin û destûr nihat dayîn ku wesayit ben girêdan.
Rawestandina gel a li ber avahiya Şaredariya Êlihê didome. Welatiyên ku agahiya tayînkirina qeyûmê bihîstin berê xwe didin ber avahiya Şaredariyê.
Ji ber tayînkirina qeyûmê aloziya li bajêr mezin dibe.
(ot)