Parêzer Kavîlî: Derbekarên 12'ê Îlonê 'bêsûc' mirin
STENBOL (DÎHA) - Doza ku derbekarên 12'ê Îlonê dihatin darizandin û parêzerê mudafîlên sosyalîst Parêzer Omer Kavilî, diyar kir ku li gel biryara mehkûmkirinê derbekar "bêsûc" mirin.
Doza ku derbekarên 12'ê Îlonê dihatin darizandin û parêzerê mudafîlên sosyalîst Parêzer Omer Kavilî, bal kişand ser 36'emîn salvegera dozê û tiştên li salona dadgehê de qewimî ne vegotin. Kavîlî da zanîn di sala 2010'an de der barê derbekaran de doz hatiye vekirin, lê îdianameyên der barê darizandinê de naveroka wan vik û vala ye.
Derbekar 'bêsûc' mirin
Kavîlî destnîşan kir ku ji bo derbekarên wekî Tahsîn Şahînkaya û Kenan Evren bên darizandin wan her tişt kiriye û ev tişt got: "Tişta ku me li wir kir di nava pergalê de jî dida xuyakirin ku gelekî girîng e. Li wir biryareke mehûmkirinê derket û biryara rakirina rutbeyên derbekaran hat dayîn, lê biryara ji hêla dadgehê ve hat dayîn di saziyên hikûmet û darêzê de hatin rawestandin û heta ku derbekar mirin." Kavîlî got rewş bi vî rengî bû lê derbekar "bêsûc" mirin.
Kavîlî piştrast kir ku Serokwezîr di aliyê darizandina derbekaran de ne samîmî ye û wiha pêde çû: "Rapora MÎT'ê ya 1'ê Gulana 1977'an heye lê em naveroka wê nizanin. Ji ber ku di naveroka îdiamameyê de wekî sedemeke derbeya 80'ê tê gotin. Wekî mudaxîl parêzerên Serokwezîrtiyê jî cih digirtin, lê der barê rapora MÎT'ê ya girêdayî Serekwezîrtiyê de tiştek nexwestin. Ev şkesteka dozê dide nîşan û rewşa li ser sûcgirtinê ye."
Kavîlî aşkera kir ku çavkaniya van derbeyan "Telîmata Artêşa Amerîkayê ye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê ve girêdayî van derbekaran bi hêzên navneteweyî re ev derbe kirin. Di talîmnameya mijara gotinê de tê gotin ku hikûmeta herêmî ne tevli vê hêza derbekar e. Ev general endamên çeteyeke navneteweyî ye."
Kavîlî anî ziman dozger û dadgerên li dozên derbekaran mêze dikirin, di lêpirsînên "FETO/PYD" de hatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Min jî dema ew dîtin min ji wan re got 'Hûn berê hestûyê pişta dewletê bûn' niha 'hûn bûne terorîst', wan jî bersiva 'Mixabin em hînbûn' dan."
(ms)