DİSK: Tayînkirina qeyûmê derbe ye

STENBOL (DÎHA) - Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK) têkildarî tayînkirina qeyûmê ya Şaredariyan şermezar kir û got: "Qeyûmên hatine tayînkirin derbeya li hemberî vîna gel e."
DÎSK'ê bi daxuyaniyek nivîskî tayînkirina qeyûmê şermezar kir. DÎSK'ê di daxuyaniyê de balkişand ser hewla derbeyê ya 15'ê tîrmehê û aşkere kir ku piştî pêkanîna hewla derbeyê, bi biryarên di hikmê zagonê (KHK) de serdema bêhiqûqiyan destpêkiriye û balkişand ser tayînkirina qeyûmê.
DÎSK'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dest danîna ser şaredariyên gel a bi hinceta 'terorê' tê wateya xespkirina vîna gel û daxuyand ku ji ber dê heta kîjan demî qeyûm li ser peywirê bin nayê diyar kirin, ev yek dide xwiyakirin ku dê heta hilbijartinek din şaredarî di bin rêveberiya Hikûmetê de bên hiştin.
Di dawiya daxuyaniyê de DÎSK'ê destnîşan kir ku peywirgirtina şaredaran û tayînkirina qeyûmê nayê qebûl kirin û hat gotin ku tayînkirina qeyûmê derbeya li dijî vîna gel e.
(ot)