DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hat binçavkirin

 
11 Îlon
11:23 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê di encama serdegirtina malan de Hevşaredar Leyla Îmret, Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Yunus Durdu û Hevserokê HDP'ê Alî Akdenîz hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tîmên taybet û polîsên ku bi ser mala Hevşaredar Leyla Îmret û Hevserokê HDP'ê Alî Akdenîz de girtin bi hinceta, 'endamên rêxistinê ne' ew xistin bin çavan. Her wiha Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Yunus Durdu ku ew jî li mala Îmret bû hat binçavkirin.

Hat hînbûn ku Îmret, Durdu û Akdenîz li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku ew bi parêzer an jî malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

(kom/no/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN