Gelê Ereb dagirkeriya Tirkiye şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Welatiyên Ereb ên bajaroka Zirganê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê daketin qadan û Tirkiye şermezar kir.
Bi sedan welatiyên ereb ên bajaroka Zirganê ya bajarê Dirêbsiyê li ber Mizgefta Mezin a bajarokê kom bûn. Li gorî nûçeya ANHA'yê bi sedan welatiyên Ereb tecrida li ser Ocalan û dagirkeriya Tirkiye şermezar kirin. Welatiyên ereb bi çalakiyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin. Xwepêşandêran wêneyên Ocalan û pankartên ku li ser “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye”, “Kurd, Ereb, Xirstiyan, can fîdayên xaka Sûriyeyê ne”, ”Ji bêdengiya hêzên navneteweyî li beramberî komkojiyên Tirkiye û DAIŞ’ê re, na” nivîsandibûn bilind kirin. Xwepêşandan ji ber Mizgefta Mezin a Zirganê dest pê kir û bi durişmeyên “Bêyî Serok jiyan nabe” Azadî ji bo Rêber Apo” û di nava kolanên sereke yên bajarokê re meşiyan.
Xwepêşandana welatiyên Zirganê li kolana sereke ya bajarokê sekinî. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê Endamê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Şêx Hemed EL-Şihadê kiryarên hikûmeta AKP’ê şermezar kir û wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiyeyê derî û sînorên xwe ji çeteyan re vekir û ew derbasî bajarê Serêkaniyê kirin. Tirkiye bi van kiryarên xwe hewl dide ku di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de tevlîheviyan derbixe. Ew dewleta sereke ku çeteyên DAIŞ’ê derbasî Sûriyeyê kiriye.”
'Em bi yekîtiya gelan tecrîdê bişkînin'
Li ser navê erebên herêmê Emad EL-Hecac jî axaftinek kir û wiha axivî: "Îro em li vir bi yekîtî û yekdengiya xwe em tecîrda li ser rêber APO û dagirkeriya Tirkiyeyê ya ji erda Sûriyeyê re em qebûl nakin û şermezar dikin. Wekî erebên Zirganê li hemberî dagirkeran çi ji destê me were em bikin û dagirkeriyê qebûl nakin.”
Di xwepêşandana gelerî de li ser navê Kongreya Star jî Selwa Hecî Mihemed axivî. Selwayê got ku dewleta Tirkiyeyê bi hinceta ku şerê li dijî DAIŞ’ê dike, herêmê dagir dike û armanca wê jî ew e ku hersê kantonên Rojava negihêjin hev.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk jî Adil Mûhecir li ser navê pêkhateyên Zirganê ev tecrîda giran a li ser Ocalan û dagirkeriya Tirkiyeyê li Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi tundî şermzar kir.
Xwepêşandan bi durişmeya “Bêyî Serok jiyan nabe” û “Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na” bi dawî bû.
(mae)