DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

20 salin hêj lêpirsîn nehatiye vekirin

 
10 Îlon
14:57 2016

AMED (DÎHA) - Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan bi boneya winda bê dîtin û kujer bê darizandin, di hefteya 396'an de çalakiya xwe berdewam kir. Hat diyarkirin ku 20 salin ji bo winda Mahmut Onerarî bê dîtin lêpirsîn nehatiye vekirin.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya rûniştinê li darxist. Xizmên windahiyan û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 396'an de bi wêneyê kesên winda li hev kombûn. Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û xizmên windahiyan tevlî çalakiyê bûn.

Ewil Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ew li gel hemû astengan ji bo mafê mirovan her hefte li virin û heta serkeftinê jî dê kombibin.

'20 hikumetan nekarî vê pirsgirêkê bi şer çareserbike'

Piştî Bîlîcî Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim axivî û da zanîn ku mixabin saleke li Tirkiye yê xirabî, rijandina xwînê û mirin hatiye pîrozkirin û wiha got: "Hemû talebên mafên mirovan bi tundiyê re ru bi ru dimîne. Gotinên nîjadperest ên "emê heta yek bimîne bikujin, ya hero ya mero" li dijî mirovahiyê ne. Heta niha 32 salin, 6 serokomar, 11 serokwezîr, 11 generalên giştî yê artêşê, 30 wezîrên karê hindir hatin guhertin. Vî welatî 20 hikumet dîtin. Lê hertim ev gotin dubare bûn û 50 hezar can mirin. Eger hêj ev gotin tên kirin, tê wateya bi hezar can. Ev gotin dê kesî nebe serkeftinê. Divê demildest dest jê were berdan."

Piştî axaftina Yildirim, Endamê Komusyona Windayan Adnan Orhan serpêhatiya windakirin Mahmut Oner xwend

'20 sal in lêpirsîn nehatiye vekirin'

Orhan, anî ziman ku Mahmut Onerari li gundê Tutê yê Lîce ya Amedê ji dayîk bû û wiha got: "Ji ber serdegirtinên leşkeran bi malbata xwe re koçî Amedê kirin. Mahmut li ser rêya Amed- Lîcê wesayîta rêwîyan dişuxuland. Di 8'ê kununa 1996'an de li Yazîxanê polîsên sivîl hatin cem Mahmut û gotin 'Mahmut tuyî? Li qereqola Angulê ya li ser rêya Lîcê li ser te şikayet heye.' Piştî wê polîsan ew derp kirin û binçav kirin, bi wesayîta spî ya plakaya wê 21 AV 005 birin. Rêwiyên ku malbata wî nazdikirin xeber dan malbatê. Piştî malbatê bihîst çûn ber qereqola Yazîxanê, lê heta wê demê Mahmut ji wir biribûn. Bavê Mahmut çû dadwer lê daxwaznameya wî nehat girtin. Bavê Mahmut ji bo pirsîna kurê xwe çû Eminiyetê, wêneyê kurê xwe li wir dît. Midurê Emîniyetê binçavkirina Mahmut pejirand. Malbat çaverêyê derketina pêşberî dadwer bû, lê malbat bi çi şêweyî nehêlan malbat kurê xwe bibîne. Cenazeyê Mahmut di 23'ê kanuna 1996'an li ser rêya Adiyemanê hat dîtin. Mahmut bi kesek bi navê Atilla Korkmaz re ji serê xwe fîşek xwaribû. Bavê Mahmut dema ku laşê wî kontrol kir, şopên mor û cihê bendê ku Mahmut pê hatî xeniqandin teşhis kiribû. Piştî bûyerê malbatê serî li dadwerê cumhuriyetê yê DGM'a Amedê û Miduryeta Amedê da lê tu pêkanînek hiquqî nekirin. Serî li Serokê Dewletê yê Mafê Mirovan Lutfu Esengun dan lê pêkanîne huqûqî pêknehat. Wê demê Ridvan Guler Midurê Eminiyeta Amedê bû."

Li gel hemû serlêdanan, tu lêpirsîn nehatin vekirin, dê dosya di 8'ê kanuna 2016'an de demê wê derbaz bibe.

Piştî xwendina serpêhatiyê çalakvanan 5 deqe çalakiya runiştinê pêkanîn.

(bî-ra/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN