DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Heyeta ku xwest biçe Dihê hat astengkirin

10 Îlon
14:42 2016

SÊRT (DÎHA) - Hevşaredara Sêrtê û yên li gel wê dema xwestin serdana çalakiya nobetê ya ku li dijî tayîna qeyûma ya Şaredariya Dihê hat destpêkirin bikin, têketina wan î navçeyê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat astengkirin.

Li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiya nobetî ya ku li dijî qeyûman hatibû destpêkirin didome. Danê sibehê heyeta ku Hevşaredara Sêrtê Belkis Beştaş Epozdemîr jî di nav de xwest serdana çalakiya nobetê bike. Lê belê heyet li têketina Dihê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat rawestandin û bi hinceta "talîmat heye" têketina wan î navçeyê hat astengkirin.

Li ser vê heyet vegeriya Sêrtê.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN