DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Piştî 27 rojan hatin girtin

10 Îlon
13:30 2016

AMED (DÎHA) - Li Hênê ji 19 kesên ku 27 rojan di bin çavan de man, 9 jê ji wan bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ne hatin girtin.

Li Hênêya Amedê di serdegirtinên malan ên 14'ê tebaxê de 22 kesên hatin binçavkirin û li Muduriyeta Polîsan a Amedê 27 rojan di bin çavan de man, 19 ji wan piştî karên li muduriyeta polîsan duh êvarê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. 19 welatî bêyî li dozgeriyê îfadeya wan bê girtin, bi îdiaya "endamê rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji 19 welatiyan ên ku heta serê sibehê karên îfadedayîna wan domand; Umît Arcagok, Şîrîn Şanli, Pembe Ekîn, Bûrhan Ozen, Alî Orde, Osman Atsiz, Abdûllah Atsiz, Mûstafa Bîlîm û Mehmet Askerî Duman hatin girtin. Hayrî Solmaz, Yusuf Gulsum, Selamî Nart, Abdûrrahman Zîlan, Serkan Abîn, Ramazan Uçdagi, Savaş Topkaya, Fesîh Karataş, Bûrhan Orgen û Mehmet Emîn Gulsum jî hatin berdan.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN