DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Divê Kurd û dostên wan biherikin Strasbourgê'

 
10 Îlon
13:26 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Polîsên Fransayê li Strasbourgê ji bo cihê çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla Meclîsa Şengalê ve bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin bê kirin lê daye dest pê kirin vala bike ket nava hewldanan. Komîteya amadekar û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a li Ewropayê (KCDK-E) bang li tevahî Kurdan kirin û xwestin Kurd û dostên Kurdan biherikin Strasbourgê.

Polîsên Fransayê dixwaze qada ku Meclîsa Şengalê ya li dîasporayê çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 19'mîn a bi daxwaza bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û statuya Şengalê bê naskirin daye dest pê kirin vala bike ket nava hewldanan.

Komîteya Amadekar ê çalakiyê û KCDK-E danzanîn ku valakirina qada çalakiyê ya polîsên Frensî û Dêrê, siyasiye û bang li tevahî Kurd û dostên Kurdan ên li Ewropayê kirin û xwestin herkes biherike ber Dêra La Trés-Sainte-Trinité ya li Strasbourgê.


(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN