Wesayîta bo jêkirina daran çû keşfê pêl mayînê kir: 2 kes mirin
DERSIM (DÎHA)- Wesayîteke sivîl ya ji bo qada daristanî ya ku ji bo îhaleyê derxistibûn mazatê, çû herêma Amûtkaya Xozatê-Elî Bogaziyê, pêl mayinê kir. Di encama teqînê de 2 sivîlî jiyana xwe ji dest dan.
Li Dersimê, Daristana Amûtka ya ku di navbera Xozat û Çemîşgezekê de ye, bo îhaleyê derxistin mazatê. Du welatiyên ku ji bo îhaleyê ji Mereşê hatin, dema ji bo qada darsitaniyî bibînin ber bi herêma Elî Bogaziyê ve çûn, pêl mayînê kirin. Piştî teqînê du kesên navê wan nehat zanîn, jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku cenazeyê welatiyan ji duh ve li herêmê ne.
Her wiha hat zanîn ku, li heman herêmê liv û tevgera helîkoptaran xwe daye der.
(red)