Eryilmaz: Tenê gel dikare biryara qeyûmê bide
ENQERE (DÎHA) - Akademîsyen Tugrul Eryilmaz tayinkirina qeyûman rexne kir û diyar kir ku desteserkirina vîna gel li dijî demokrasiyê ye.
Akademîsyen Tugrul Eryilmaz têkildarî biryara tayinkirina qeyûman a ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li hemberî şaredariyên Partiya Heremên Domokratîk (DBP) hat dayîn axivî û diyar kir ku desteserkirina mafê gel û vîna gel li dijî demokrasî ye. Eryilmaz, da zanîn ku tenê gel dikare biryara tayînkirina qeyûmê bide û wiha got: "Eger ev mafê gel ê demokratîk ji destê wan bê stendin dê pêvajoyek dijwartir destpê bike."
'Mafê guhertina şaredaran gel dide'
Eryilmaz bal kişand ser hilbijêrên civakê û wiha got: "Şaredar ji aliyê gelê ku li ser axa xwe dijîn tên hilbijartin. Ji ber vê yekê jî, ger şaredar ji bo berjewendiyên civakê nexebitin, gel dikare bertekên xwe nîşanî xebatên şaredaran bidin û biryara guhertina şaredaran bidin." Eryilmaz destnîşan kir ku kesên ku dibêjin em rêzê didin îradeya gel niha ji îradeya gel dilîzin û wiha pêde çû: "Min di jiyana xwe de gelek tişt dîtin. Lê min tu caran biryarek wiha nedît. Mirov ji bo xwe çi bifikire, divê mirov ji bo kesên li hemberî xwe jî heman tiştan bifikire. Berjewendiyên takekesî jiyanê tarî dike."
'Gelek rêyên çareseriyê hene'
Eryilmaz bi lêv kir ku piştî biryara tayinkirina qeyûmê dê pêvajoyek dijwartir derbikeve holê û wiha got: "Rewşa Tirkiyeyê li holê ye. Gelek rêyên çareseriyê hene. Ger ji bo demokrasiyek mayînde gav neyên avêtin û rêyên çareseriyê neyên diyarkirin dê rewşa Tirkiyeyê ber bi xetereyek mezin ve biçe."
(fd/mae)