DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Elkê 15 welatî hatin binçavkirin

10 Îlon
12:17 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Elkê di serdegirtinên malan de li gel Hevserokê DBP'ê Hîkmek Ataman 15 welatî hatin binçavkirin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê serê sibê tîmên taybet û polîsan li taxên Beroj, Pasar û Karşiyaka bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de li gel Hevserokê DBP'ê ya Elkê Hîkmet Ataman, Rêveberê HDP'ê Kerem Yîgît û welatiyên bi navê Cemal Ataman, Cîndî Ataman, Bengîn Ataman, Hacî Yîgît, Fîkret Guven, Serhat Guven, Faris Bal, Ridvan Dûrsûn, Reşît Dûrmûş, Farûk Kiliç, Mehmet Cîn, Halîme Akdag û Şîlan Cîn hatin binçavkirin.

Li navçeya serdegirtina malan hêj berdewam dike û dibe ku hejmara kesên werin binçavkirin zêdetir bibe.

Her wiha hate hînbûn ku welatiyên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Elkê tên ragirtin.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN