Mutahît, malbatên Sûrê dikin amûrê rantê

AMED (DÎHA) - AKP'ê piştî bi şerê taybet gelek taxên Sûrê xera kir, niha jî bi lîstika mutahîdan dixwazin derew û hîleyên xwe rewa bidin nîşandan. Avahiya ku mutahîdan bê ruhsat ava kir, piştî ku Şaredariya Rezan avahî xera kir, çapemeniyê Mehmet Altaş bikar anî. Şaredariyê daxuyanî da û diyar kir ku kesê navborî li ser malbatên Sûrê rantê dixwe.
Şaredariya Rezan, têkildarî nûçeya ku di 9'ê Îlonê de ji aliyê Ajansa Anadolu (AA) û Ajansa Nûçeyan a Îlke (İLKHA) ve bi sernavê "Şaredariyê got 'Bombe û guleyên qendîlê xelas bûne" û pere ji me xwest." li ser malpera şardariyê daxuyanî da. Şaredariyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku mimariya avahiya ku behsa navê wê tê kirin li dijî plana îmarê ye. Ji ber li dijî îmarê ye û ruhsata wê tune bi biryara Encumenên Şaredariyê hatiye xerakirin.
Şaredariya Rezan di malpera înternetê de destnîşan kir ku di 19'ê Gulana 2016'an de li kolana 1061 a cedeya Karnafîlê ya taxa Bagcilarê dest bi avakirina avahiyê kirin û wiha got: "Bêyî ku destûrê ji şaredariyê bixwazin û ruhsatê bistînin û projeya wê çêkin dest bi avakirinê kirin. Ev avahiya ku bê plan, proje û ruhsatê hatiye avakirin ji bo gelê herêmê rîskê ava dike. Ji ber vê yekê şaredariya me biryara xerakirinê daye. Berî her tiştî mîmariya ku ne li gorî plana mîmarê be em destûr nadin. Me gelek caran mutahit Mehmet Altaş hişyar kir. Li gel me ew hişyar kir jî dîsa avahî çêkir. Li ser gliyê welatiyên taxê û yekîneyê plana îmarê ya şaredariyê em neçra man ku xera bikin. Avahiya ku di nûçeyan de behsa wê dikin di sînorê taxa Bagcilarê de ye. Li gel ku dikarin li yekîneya îmar û projeyan a şaredariyê bidin, li dijî tenduristiya mirovan bêyî ruhsat ev avahî çêkirin. Ji ber vê yekê hemû prosudurên zagonî hatine bikar anîn. Mehmet Altaş ji bo biryarê rawestîne serî li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê da, lê Dadgehê li dijî daxwaza Altaş biryar da. Li gel ku dadgehê li dijî daxwaza Altaş biryar da jî dîsa li dijî îmarê avahî ava kir. Mutahît Mehmet Altaş li gel ku dadgehê ew neheq derxist û me ew hişyar kir jî wekî ku ji bo mexdûrê Sûrê vê avahiyê çêdike nîşan da. Lê kesê ku behsa navê wî dike tê zanîn ku ne mexdûrê Sûrê ye û dewlelend e. Nûçeya ku AA û Ajansa İlke derbas kiriye esl û feslê wê tune û ne rast e. Daxuyaniya birayê mutahît Mehmet Altaş Mahmut Altaş a daye ajansan bê bingeh e. Kesê ku Mahmut Altaş di roportajê de weki 'Mexdûrê Surê" bi nav dike kesekî pir dewlemend e û li taxa Diclekentê dijî. Birayê mutahît Mehmet Altaş Mahlut Altaş ku demeç da AA. û Ajansa Îlke îro bi çekê êrîşî xebatkarê şaredariyê yê di Maşîna Zabiteyan a Şaredariya Bajarê mezin kir û gef li wan xwar.
Hat famkirin ku Mahmut Altaş ê demeç daye AA û İLKHAye birayê mutahit Mahmut Altaş e. Derketiye hoê ku tu eleqeya wi ya li taxa Fiskaya ya Sûrê tune û xaniyê wî li Sûrê nehatiye xerakirin. Mahmut Altaş li taxa 5 Nîsanê ya Rezan dijî û ji doza tiryakê hatiye girtin û serbest hatiye berdan.
(mae)