'Divê hikûmet tavilê gav biavêje'
AMED (DÎHA) - Nûnên saziyên sivîl, pîr û dayikên elewî yên li Amedê berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê ziyaretkirin xwestin ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tavilê gav bên avêtin.
Serdana piştgiriyê ya ji bo çalakvanên tevlî grêva birçîbûnê ya li Amedê bûn dewam dike. Neviyên Ocaxa Dêrsîmê, Pîr û dayikên Elewî yên çalakvanan ziyaret kirin, balkişandin ser tecrîda li îmraliyê û xwestin tavilê destûra hevdîtina parêzer û malbata Ocalan bê dayîn.
'Yên demokrasyê dixwazin hatin hedefgirtin'
Menşure Dogan a çû serdanê diyar kir ku li ser Ocalan tecrîdekgiran tê meşandin û dazanîn ku li Tirkiye hiqûq hatiye binpêkirin û got tecrîdek li tu deverên cîhanê nihatiye dîtin li Îmraliyê tê meşandin.
Dogan dazanîn ku ew ji bo hemû kesî aştî û demokrasiyê dixwazin û got ku ew bi taybet bang li jinan dike û xwest herkes piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê.
Dogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku wekî hemû baweriyan di elewîtiyê de jî rûmeta herî mezin wijdan e û got ku ji ber Hikûmeta AKP'ê gav navêje Tirkiye ber bi kaosek mezin ve diçe û xwest hemû dayik mil bidin hev û li dijî polîtîkayên şer derkevin.
'Hikûmeta AKP'ê soza xwe negirt'
Besîme Yilmaza ku tevlî serdanê jî bû dazanîn ku sedema şer tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û dazanîn ku hêj jî dayik digirîn û got Hikûmeta AKP'ê soza xwe ya ku got dê dayik êdî negirîn negirtiye û anî ziman ku bi qutkirina hevdîtinên li Îmraliyê careke din hêviya wan hatiye têkbirin û bang li herkesî kir û xwest piştgiriyê bidin berxwedana çalakvanên di greva birçîbûnê de ne.
(ot)