Karker nikarin amadekariya cejnê jî bikin!
STENBOL (DÎHA) - Karkerên Tedî Depoyê, karkerên şaredariyên Avcilar û Bakirkoy yên CHP'î, li ji karavêtinê çalakiya berxwedanê didomînin. Karkeran gotin: "Cejn tûne, em deyn bi deynan digirin"
Li Stenbolê Şaredariya Avcilar yê CHP'î 330 karker bi hinceta girêdayî sendîqeya Belediye-Îş'ê nin ji peyvir derxist. Berxwedana karkeran jî li hemberî şaredariyê 130 rojin her diçe bilind dibe. Dîsa Şaredariya Bakirkoy a CHP'î karkerên girêdayî sendîqeya DÎSK'ê ji peyvir derxist û berxwedana wan jî di roja 94'an de didome. Karkerên Tedî Depo ji bi hinceta girêdayî Lîmter-Îş'a DÎSK'ê ne ji kar hatin derxistin û berxwedana wan jî 38 roje berdewam dike. Karkerên ku li gel OHAL'ê berxwedana xwe heman biryarê didomînin raya giştî wexvendê piştevaniyê kir.
'Hesaba deyn bi deyn girtinê dikin'
Karkerê bi nav Hakan Kurudere ya ji Şaredariya Bakirkoy bê hincet hatî derxistin anî ziman ku ew dê bi 3 kesan berxwedana xwe bidomînin. Kurudere da zanîn ku ew bi riya daxwazname serî li Serokê Giştî ya CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî dane û wiha axivî: "Me bi reşkirina CHP'ê sucdar dikin, lê em ji ber nanê xwe û zarokên xwe di berxwedanê de ne. SGK'ê jî 300 TL maaşê bê karî dide. Lê ev têra tiştek nake. Cejn nêz dibe, herkes hesaba cejnê dike. Em hesaba deyn bi deyn girtinê dikin. Hêviya me doza me demek nêz bê dîtin e."
'Bila cejna me jî wekî cejnê derbas bibe'
Karkerê bin av Erkan Çetîn ya ji Tedî Depo yê hatî derxistin diyar kir ku bi destpê kirina perwerdehiya sala 2016'an re ji bo hewcehiyên zarokên xwe neçar mane û banga boykot kirina Tedî Depo yê karkeran kir. Karkerê bin av Rahman Candemîr jî bi lêv kir ku dive ew vegerin karê xwe û got ew jî dixwazin cejnê wekî cejna her kesayetê derbas bikin.
'Bi zarokên xwe re berxwe didin'
Karkarê bi nav Fethî Çîmenlî ya ji Şaredariya Avcilar hatî derxistin bi 4 zarokên xwe re di berxwedanê de ye û got ku heya daxwazên wan neyê bicîh anîn ew dê berxwedanê bidomînin. Karker Onur Becermenjî anî ziman ku CHP'ê demokrasiyê propagandeya xwe dike û wiha axivî: "Parlementerên CHP'ê û endamên meclîsa şaredariyê soza çareser kirina pirsgirika me dan. Lê êdî bawerî jin re jî ne maye."
(ozp/mae)