Tecrîda OHAL'ê ya li ser Kaya û Kizilkaya didome

STENBOL (DÎHA) - Rojnameger Zana Kaya û Înan Kizilkaya yên li Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê de tên girtin, pêkanînên OHAL'ê li ser wan didomin.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem a hat girtin, Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê yê rojnamê Înan Kizilkaya, bi hincetên OHAL'ê ten tecrîd kirin. Ji her du rojnamegeran re pirtûk, kovar, rojname, radyo û televîziyon qedexe ye. Pirtûkên ku ji hêla malbatan ve anîn yek jî negirtin hundur, pirtûkên li pirtûkxaneya girtîgehê xwastin jî bi heftan e nadin wan.
Kekê Kaya Musa Kaya da zanîn dema ew çûne serdan wan bi xwe re pirtûkên wekî Lênûskên Girtîgehan ên Gramscî, Pasajî ên Benjamîn Franklîn, Şêweyên Dîtinê yên John Berger û pirtûkên Împaratorî yên Antonî Negrî, li gel wan rojname birine lê rayedarên girtîgehê negirtine hundur. Kaya bi lêv kir ku ji wan re hatiye gotin "ji derve pirtûk, rojname, kovar girtin qedexe ye."
Pirtûkên ji pirtûkxaneya girtîgehê berî hefteyekî hatin xwestin jî nedan wan.
Roja ku herdu rojmameger hatin gitin heta niha, tenê berî du rojan rojname dan wan. Lê herdu rojnamegeran xwestin ji wan re rojnameyên wekî Evrensel û Cumhuriyet li dirva Hurriyetê bê anîn. Ji wan re hat gotin ku "Ev herdu rojname nakevin Hejmara 9'emîn" û rojname nedan wan.
Her wiha herdu rojnameger mafên wanên cihê bêhnstandinê jî hatiye gaspkirin û nikarin derkevin qadên hevpar jî.
(ms)