'Li dora çalakgeran bibin xelek'
WAN (DÎHA) - Hevseroka Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê Aynûr Bagiş, piştgirî da Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bê kirin û xwest her kes li dora wan bibe xelek.
Çalakiya 50 Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya li Amedê di roja 6'an de didome. Di 15'e Îlonê de jî 35 girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê dikin. Hevseroka Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê Aynûr Bagiş, piştgirî da çalakgeran û xwest her kes li vê çalakiye xwedi derkevin û li dora çalakgeran bibin xelek.
Bagiş destnîşan kir ku ji darbeya 15'ê Tirmehê heta niha bi tu awayî agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan agahî nakirin û ev yek fikara wan zêde dike û wiha got: "50 berxwedêran li Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Li zindanan jî di 15'ê Îlonê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê dike. Heta niha hemû çalakiyên greva birçîbûnê bi serkeftî bi encam bûye. Ev çalakî jî dê bi serkeftî bi encam bibin. Heta niha bi dehan caran li ser Birêz Ocalan tecrida giran hat meşandin. Hemû tecrîd bi berxwedanê hnat kişandin. Ev tecrîd jî dê bi berxwedana grevê bê şikandin. Çiqas zext û binpêkirin zêde dibe berxwedan jî ew qas zêd dibe. Ji ber vê yekê çalakiya girtiyan jî pir bi wate û girîng e. Em dixwazin demildest bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bên û pirsgirêk çareser bibin."
Bagiş helwesta CPT jî rexne kir û da zanîn ku ji ber heyeta CPT hevditin pêk neanî metirsiya gel zêde bûye. Bagiş, herî dawî xwest ku her kes piştgiriyê bidin çalakgeran.
(svd-era/mae)