DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Çalakiya greva birçîbûnê dê deriyê Îmraliyê veke'

 
10 Îlon
09:46 2016

STENBOL (DÎHA) – Hevserokê TUAD ê Stenbolê Arîf Yilmaz tekîldarî çalakiya greva birçîbûnê ya li Amedê didome û berxwedana li zindanan dest pê bike diyar kir ku girtî dê di 15’ê Îlonê de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikevin berxwedanê û got: "Çalakiya grevê dê deriyê Îmraliyê veke û bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn."


Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin ji hêla 50’î siyasetmedarên kurd ve hatî destpêkirin, 15’ê Îlonê ji hêla girtiyên PKK’î û PJAK’ê ve bi heman armancê destpê kirina çalakiya greva birçîbûnê mezin dibe. Hevserokê Komeleya Malbatên Girtiyan re Piştevanî (TUAD) ya Stenbolê Arîf Yilmaz çalakiya greva birçîbûnê ya siyasetmedarên kurd û yê girtiyan nirxand û anî ziman ku 12 Îlonê û 2012’an jî çalakiya greva birçîbûnê ji zindanan destpê kiriye û got ku ev car ji derve destpê kirina çalakiyê wateya herî giring di xwe de diparêze.

‘Greva birçîbûnê çalakiya herî mezin e’

Yilmaz balkîşand li ser greva birçîbûnê ya li zindanan hat destpêkirin û wiha axivî: “Dîroka tekoşînê de çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyên herî mezin in û her tim pêvajoyê diyar kiriye. Ji bo hîn bûna serlêdana girtiyan a greva birçîbûnê dive mirov rewşa zindanan baş bizane. Deh hezarên di zindanan de yên ku ji qadên berxwedan û tekoşînê hatine durxistin in. Ev deh hezar kes li hemberî qirkirin û nasnekirina kurdan jiyana xwe bi berxwedanê domandine.”

‘Çalakiya girtiyan ne ji rêzê ye’

Yilmaz dest nîşan kir ku bi konsepta şer re êrîşên li ser girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan zêde bûye û wiha got: “Li gel êrîş û zordariyan biryara çalakiyê girtin. Dive mirov vê biryarê baş fêm bike. Bêgûman li hemberî îşkenceyê jî sekna xwe domandin. Ev çalakî ne ji rêzê ye. Girtî ji ber serokatiya xwe dê li berxwe bidin. Ev pêvajo wekî sala 2012’an e. Rewşa niha ji sala 2012’an bêhtir xeter e.”

‘Çalakiya girtiyan dê li 7 zindanan dest pê bike’

Yilmaz bi lêv kir ku ji ber ji Ocalan agahî nayê girtin ev yek li girtîgehan rê li ber gûmanên mezin vedike û wiha dewam kir: “Çalakiya li derve dest pê kirî dê di 15’ê Îlonê de li girtîgehan destpê bike. Koma yekemîn dê li 7 zindanan dest bi çalakiyê bike. Çalakiya girtiyan dê di demek nêz de li hemû girtîgehan belav bibe û dê ev çalakî careke din di rûpelên dîrokî de cîh bigire."

‘Gireva bo Îmraliyê dest pê kir dê bibe hêviya gelên Rojhilata navîn’

Yilmaz anî ziman ku ew jî piştgirî didin çalakiya greva birçîbûnê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareserkirina pirsgirêkan ji Îmraliyê derbas dibe. Gireva Îmraliyê bûye gireva îşkenceyê. Greva ji bo îmraliyê hatiye destpêkirin dê bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn."

(ozp/ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN