DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Bûrsayê dengbêjan bo Ocalan klam strîn

 
10 Îlon
09:33 2016

BÛRSA (DÎHA) - Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Bûrsayê hatiye dest pê kirin di roja 7'emîn de bi kilamên dengbêjan dewam kir.

Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla Rêxistina DBP'ê û KJA'yê li Bûrsayê hatiye dest pê kirin di roja 7'mîn de dewam kir.

Di nobeta ku li avahiya Yildirim a HDP'ê tê girtin de li salonê pankartên wekî: "Em li Rêberê xwe azadî û axa xwe xwedî derkevin", "Bi ciwanên rêxistinkirinî li serokatiyê xwedî derkeve" û " Emê bi rihê 27'ê mijdarê Serokatî azad bikin" hatin daliqandin.

Çalakiya ku rastî eleqeyek mezin hat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di nobetê de dengbêjan klamên xwe yên yek ji yekê xweştir strîn. Her wiha piştî strîna dengbêjan sînevîzyona ku ji wêneyên Ocalan pêk dihatin hat pêşandan.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN