DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Berxwedêr bi şev û roj di bîra wî de ne

 
10 Îlon
09:11 2016

AMED (DÎHA) – Kalê 85 salî Şevkî Ulaş li ser gopalê xwe her roj tê serdana Berxwedêrên Greva Birçîbûnê. Ulaş ji Berxwedêran re got bi şev û roj hiş û aqilê wî li qada çalakiyê li ser berxwedêran e.

Çalakiya 50 Berxwedarên Greva Birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li salona Vedat Aydin a DBP'a Amedê di roja 6’an de didome. Çalakî ji aliyê kal û pîran ve bi eleqeyek û baldariyek mezin tê pêşwazîkirin. Kal û pîrên ku zarok û nebiyên xwe didine pêşiya xwe û tên Berxwedêrên Çalakiya Greva Birçîbûnê ziyaret dikin piştevaniya xwe ya çalakiyê diyar dikin û bertek nîşanî helwesta desthilatdariya AKP’ê ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan tecrîdê dide meşandan didin. Welatiyên astengdar ku li ser gopalan in jî tên serdanê. Hin welatiyên tên serdanê jî dengê dua û niyazên wan li cihê çalakiyê bilind dibe.

‘Bi şev û roj di bîra min de ne’

Yek ji van kalên ku her roj bi kelecan û coşeke mezin çalekiyê ziyaret dike kalê bi navê Şevkî Ulaş ê 85 salî destnîşan kir ku ew di serdemek êdî bajarên wan tên rûxandin û xerakirin de dijîn û got ku wî di tevahiya temenê xwe de êrîşên wisa dijwar nedîtiye û yekemîn care dibe şahidê êrîşên wisa hovan e. Ulaş anî ziman ku heqaret û zilmek mezin li ser gelê kurd tê kirin û wiha got: “Ev kes ji qetlê natirse. Dê gunehê qetla van mirovan di sitûyê te de be. Ez ji bo piştgiriya xelkê xwe têm vir. Edî nema ku ez ji derda radikevim. Bi şev û roj çalakvan di bîra min de ne.”

‘Wî rûh da me’

Kalê 85 Salî Şevkî Ulaş dilsoziya xwe ya bi Ocalan û berxwedêrên grevê re jî wiha anî ziman: “Em bi saya Serok hişyar bûn û wî me ji xewa rakir. Wî kir ku rûhê me vebû. Em jî nû ve hatin cîhanê. Brêz Abdullah Ocalan Serokatiya gelê kurd e. Astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran a bi Serokatî re zilm û heqareta li hember gelê kurd e.”

(ke-bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN