Tirkiye NH4 dide DAIŞ'ê

AHMET KANBAL
HATAY (DÎHA) -Li bajare Minbicê ya ku ji DAIŞ'ê hat paqijkirin torbeyê Amonyum Nîtrat (NH4)(NO3) ku şîrketa wê li Tirkiyeyê ye hat dîtin. Hat zanin ku şîrket bi riya MÎT'ê Amonyum Nîtrat dişîne ji DAIŞ'ê re.
Bajarê Minbicê, piştî ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin û hat azadkirin, gelek alav û amûrên endamên DAİŞ'ê yên leşkerî û lojîstîk hatin bi destxistin. Di nava van amûran de torbeyên gubrê Amonyum Nitrat (NH4)(NO3) ku di çêkirina bombeyan de bikar tînin" hat dîtin. Derket holê ku ev torbeyên Amonyum Nîtratê ji aliyê Şîrketek li Hatayê ve hilberina wan tê kirin. Derket holê ku gubre ayî fabrîqeya bi navê Mert Global Sanayî û Şîrketa Limited a Bazirganiyê ya endamê Yekîtiya Îxracên Akdenizê ye. Hat diyarkirin ku gubre ji Hatayê ji DAIŞ'ê re tê şandin û ev gubre di çêkirina mayîn û teqemeniyan de tê bikar anîn.
Hat zanîn ku torbeyên gubre bi organîsazyona MİT'ê ji Tirkiye şandin Minbicê. Gubreyê ku ji aliyê şîrketê ve hat hilberandin, ewil şandin çîftlîka endamê Meclîsa Şaredariya Reyhanli ya AKP'î Samî Demîr. Hat zanîn ku Samî Demîr xizmê Wekîlê AKP'ê yê Hatayê Feyzi Şanverdî ye. Torbeyên ku bi kamyonan şandin çîftlîkê piştre ji aliyê endamên MİT'ê ve şandin ji çeteyên El Nusra, Ahrar El Şam û DAİŞ'ê re.
Di 10'ê tebaxê de dîsa ajansa me DÎHA bi ser navê "li şûna TIR'ên MÎT'ê kamyonên bê plake cihê xwe girt" bi wêneyan diyar kiribû ku bi kamyonan ji Çîftlika Demirleran lojîstîk û gubre dişîne ji çeteyan re.
Piştî nûçe hat weşandin gubreyê ku li Çiftlika Demirler depo dikirin li gundê Uçtepe depo kirin.
Daxuyanî tune
Têkildarî agahiyan me xwest agahiyan ji Şîrketa Limited a Bazirganiyê ya Mert Global Sanayî bigirin. Rayedarên Şîrketê diyar kirin ku bi armanca çandinî û çotariyê hilberînê dikin di çarçoveya xebatên çandiniyê de gubre difiroşin. Rayedaran anîn ziman ku piştî wan firot nikarin bişopînin û ji dervê wê nikarin daxuyanî bidin.
(mae)