'Em di 12'ê îlonê de têkoşiyan, emê niha jî têbikoşin'
ÊLIH (DİHA) - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Êlihê Azîz Tûray, zextên li ser kedkarên perwerdehiyê zêde bûne nirxand û diyar kir ku kwan çawa di 12'ê Îlonê de di ber xwe da, dê niha jî di ber xe bidin.
Zext û zordariyên li ser kedkarên perwerdehiyê û sendîkayên girêdayî KESK'ê bi zagonên KHK'ê yên piştî îlana OHAL'ê re zêde bûn. Bi zagonên KHK'ê re bi hezaran kedkarên perwerdehiyê hatin îxrackirin. Hevserokê Şaxa Egitim Senê yê Êlihê Aziz Turay, bang li hemû kedkarên perwerdehiyê û sendîkavanan kir û xwest li dora Egîtîm Sen'ê kom bibin û bêtir xwe bi rêxistinê bikin.
'Ji ber em muxalifin dibin em dibin hedef'
Turay, destnîşan kir ku ji ber sendikaya wan muxalif de dibe hedef û wiha got: "Egîtîm Sendê di dîroka xwe de her dem li dijî îxtîdarê bûye muxalif. Tu carî li dijî zextan serî netewandiye. Çawa me li dijî darbeya 12'ê îlonê di ber xwe da. Em dê niha jî di ber xe bidin.
11 mamosteyên kurd ji peyvirê hatin girtin
Turay, anî ziman ku delîlek şênber di destê dadgehê û hikûmetê de tune û tenê ji ber ku ew muxalifin dibin hedef. Turay, anî ziman ku ew jî hat îxrackirin û heta niha yek delîlê şênber ku pê wî sucdar bike tune ye. Turay, destnîşan kir ku ew dê di nava her şert û mercî têbikoşin û tu carî li hemberî vê pergalê serî danînin. Turay, da zanîn ku bi destnîşankirina Serokomar Erdogan 11 mamosteyên kurd ji peyvirê hatin girtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em wekî Egîtim Senê me her dem di ber xwe da û em dê her dem di nava her şert û mercan de di ber xwe bidin. Em dê li dijî hemû êrîşan têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."
(mae)