Batumlu: Dixwazin bêdengiya mirinê pêş bixin
BURSA (DÎHA) - Parêzera Platforma Ji Ocalan re Azadî Ayşe Batumlu, diyar kir ku bi kûrkirina tecrîdê re dixwazin bêdengiya mirinê pêş bixin û xwest her kes vê axê ji ser xwe avêje.
Berxwedana 50 çalakgerên “Berxwedêrên Greva Birçîbûnê” ya ji bo agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê girtin, di 5'ê Îlonê de li avahiya DBP’ê ya Amedê hatiye destpêkirin di roja 6'an de didome. Çalakiya ku di pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP, HDP'ê de hatiye destpêkirin, hemû beşên civakê tê piştgiriyek mezin dide. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Endama Platforma Ji Ocalan re Azadî Prz. Ayşe Batumlu, diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Ocalan, nîşana îsrara şer a li ser gelê kurd e. Batumlu, destnîşan kir ku tu sedema ku parêzer û malbat neçin bi Ocalan re hevdîtin bikin tune û bi temamî li dijî heq, hiquq û zagonan e. Batumlu, da zanîn ku parêzer ji 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û ev yek bi tevahî keyfî ye.
'Dixwazin têxin xewa mirinê'
Batumlu, da zanîn ku pergala li ser Îmraliyê bi tevahî faşizanî ye wiha got: "Ocalan hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn rêberekî siyasî ye. Birêz Ocalan bingeha şoroşa Rojava avêt. Ji ber ku dewlet vê yekê davêje li ser Ocalan tecrîdê giran dike. Dixwazin bêdengiya mirinê pêş bixe. Dixwazin axa mirinê bavê ser gel. Dema ku mirov li dîrokê dinere, nîşanî me dide ku hemû dewlet û îxtîdarên gel dane pêşerî xwe dawiya xwe anîye.
'Ji bo CPT biçe Îmraliyê gelek sedem hene'
Batumlu, anî ziman ku bi milyonan mirov ji rewşa Ocalan bi fikar e û berpirsiyarê vê yekê îxtîdara siyasî ye. Divê dewlet mecbûr daxuyaniyekê bide. Divê saziyên navneteweyî ji derveyi hikûmetê tev bigerin. Divê teqez CPT biçe Îmraliyê. Ji bo çûna heyetê gelek sedem heye. Ev çalakiya ku li Amedê hatiye destpêkirin nîşanî Tirkiye û Cîhanê dide ku hemû saziyên têkoşina azadiya kurdan ên hiqûqî, siyasî, civakî sebra wan nemaye. Çalakiya greva birçîbûnê çalakiyek pir ciddi ye. Hevalên me yên ketine greva birçîbûnê ya bêdem, bang li sed hezaran kesên ku axa mirinê ketiye ser wan e. Divê êdî her kes vê axê ji ser xwe bavêjin û rabin ser piyan. Divê ji bo her kesî bibe peyam.
Divê her kes piştgiriyê bide vê çalakiyê û vê çalakiyê mezin bike û xurt bikin.
Divê hemû beşên civaka Tirkiye li hemberî vê çalakiyê bedeng nemînin. Her kes vê çalakiyê bibîne û ji bo çareseriyê gavan bavêjin."
'Em azadiya fîzîkî dixwazin'
Batumlu, destnîşan kir ku ew tenê naxwazin agahî ji Ocalan bigirin û wiha got: "Em dixwazin hem agahî jê bigirin û hem jî dixwazin di aliyê fîzîkî de jî Birêz Ocalan azad bibe. Ger ku Ocalan azad bibe dê li Tirkiye aştî pêş bikeve. Ji xwe fikrên Ocalan azad in. Ez ji bo azadiya Rojhilata Navîn azadiya Ocalan dixwazim. Ji xwe fikrên wî azad in. Divê bedena wî jî azad bibe."
(mae)