14 cenazeyên Sûrê li benda teşhîsê ne
AMED (DÎHA) - 6 meh di ser qedexeyê re derbas bûn, lê hêj 14 cenazeyên berxwedêrên Sûrê nehatine teşhîskirin û li goristanên bêkesan ên Amed, Dîlok, Elezîz û Meletiyê hatine definkirin.
Di "qedexeya derketina kolanan" a li navçeya Sûra Amedê ku 9 mehe didome, hêzên dewletê bi dehan welatî qetilkirin. Cenazeyê gelek ciwanan ku îşkence lê hatibûn kirin piştî testa DNA'yê dan malbatan. Gelek cenaze jî li gel malbatan ew naskirine jî bi hinceta testa DNA'yê nadin malbatan. Ji ber ku gelek malbat jî nizanin zarokên wan tevlî berxwedanê bûne, ji bo testa DNA'ê xwîn nedane. Hîn 14 cenazeyên Sûrê di goristanên bêkesan ên Amed, Elezîz, Meletî, Dîlokê tên girtin. Ji 14 cenazeyan 5 li goristana bêkesan ya Amedê, 4 li Meletiyê, 3 li Dîlokê û 2 jî li Elezîzê. Ji malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe xwîn dayîn, malbata Hakan Aslan hîn cenazeyê kurê xwe nedîtine.
(bî-rd/mae)