Ji dirva qurbanê piştgiriyê bidin Kurdistanê
ÎZMIR(DÎHA) - Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya Alimên Oldar a Îzmirê, bi minasebeta Cejna Qurbanê bang li alema îslamê kir û xwest ji cihê qurban jêkirinê, bila her kes piştgiriyê bide bajarên Kurdistanê yên ku hatine rûxandin.
Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û ÎDAYDER'a Îzmirê bal kişandin ser girîngiya piştgiriyê û diyar kirin ku li cihê ku qurbanî bên jêkirin, divê piştgiriyê bidin bajarên Kurdistanê yên hatine rûxandin. Alimên olî di serî de Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnex divê ev bajar di cejnê de tenê neyên hiştin.
Endamê ÎDAYDER'ê Mele Cuneyt Kaloglu aşkera kir ku di îslamê de qurban jêkirin sinet e, ya ferz jî heke mirovek di tengasiyê de ji bo wî alîkarî tê kirin. Laloglu destnîşan kir ku heke li cihekî mirovahî pêdiviya wî bi alîkariyê hebe, qurbana ku tê jêkirin li kesên pêdiviya wî pê tunebe bê belavkirin ev ne rast e û wiha pêde çû: "Hz.Mihemed dibê heke misliman ferzê berde, sinetê pêk bîne ev guneh e û îmanê kêm dike."
‘Li gel gelê Kurdistanê bin’
Laloglu di dewama axaftina xwe de got ku "Di Qurana Kerîm de tê gotin ku misliman zilmê nake û kesên zilmê li wî dike jî qebûl nake" û der barê vê mijarê de jî ev tişt got: "Quran ji mislimanan dixwaze ku li gel mazluman be, tişta ferz ev e." Laloglu bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li bajarên Kurdistanê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em li gel mazluman bin, tişta ku mislğman bikin divê piştgiriyê bidin bajarên wekî Sûr, Cizîr, Silopiya, Şirnex û Nisêbînê. Heke em wan ji bîr bikin dê em ê bikevin gunehê."
Endamê ÎDAYDER'ê Nîhat Yildirim jî piştrast kir ku tişta ku misiman bikin di rastiya xwe de alîkariya ji bo kesên di zoriyê de ye û wiha axivî: "Tita misliman bikin divê destpêkê zikatên xwe bidin xizim û mirovên xweyên di zehmetiyê de. Heke hûn jî dixwazn alîkariyê bikin, divê teqes di Cejna Qurbanê de alîkarî ji bo bajarên Kurdistanê bên kirin. Tişta ferz ev e."
(ms)