Mexdûrên derbeya 12'ê Îlonê: AKP ji 12'ê Îlonê kêmtir nîne
EDENE (DÎHA) - Mexdûrên Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê aşkera kirin ku AKP niha bi pêkanînên xwe ji 12'ê Îlonê kîmtir nîne, civak bi derbeya sivîl re rû bi rû ye.
Di 12'ê Îlona 1982'yan de li Tirkiyeyê derbeya leşkerî hat îlankiirn, di pêvajoya vê derbeyê de li dijî civakê komkujiyên mezin pêk hatin. Welatiyên di wan salan de bi derbeya leşkerî re rû bi rû man, diyar kirin ku AKP bi pêkanînên xwe ji derbeya 12'ê Îlonê kêmtir nîne. Welatiyê bi navê Hasan Erbîl ê di serdema derbeyê de hatibû girtin, got ku "Di wê derbemê de dewletê li girtîgehan komkujî pêk tanîn."
Erbîl da zanîn divê li dijî vê derbeya sivîl berxwedaneke topyekun bê destpê kirin û ev tişt got: "Wê demê û vê demê di navbera şertên girtîgehê de cudahiyek mezin heye. Wê demê rastiyeke serdema Girtîgeha Amedê heye. Yek jî komkujiya li koxûşên Siyasiyên Çepgir ên li Girtîgeha Kîremîthaneya Edeneyê heye. Di êrîşê de Ahmet Savaş, Erdem Turan ê 15 salî û girtiyê bi navê Mete hatin qetilkirin, 98 girtî jî birîndar bûn. Niha jî di girtîgehan de zext hene lê ne qasî salên ku em tê de bûn. Em nih aderbeyekî dijîn. Divê li dijî vê derbeya sivît têkoşîneke topyekun bê dayîn."
'Rewşeke ji 12'ê Îlonê derbaskirî heye'
Hevserokê HDP'a Seyhanê Yaşar Demîr ew jî mexdûrekî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye. Dide zanîn niha ji hêla AKP'ê ve derbeyeke sivîl pêk tê. Demîr bi lêv kir ku di wê demê de hevriyên wan di sêpiyên darvekirinê û îşkenceyan de dihatin qetilkirin û ev tişt anî ziman: "Em niha bi derbeyeke sivîl a ji 12'ê Îlonê derbaskirî re rû bi rû ne. Di hemû qada civakî de jî ev bi rihetî tê dîtin."
Demîr got "Divê li hemberî vê pêvajoyê hemû alî têkoşînekî bidin meşandin" û wiha pêde çû: "Em wekî mexdûrên derbeya 12'ê Îlonê em ê li dijî vê yekê têkoşînê bimeşînin. Divê hemû alî jî di vê serdemê de bên gel hev." Endanê GYK'ê yê Helkevlerî Yasîn Aytaç jî aşkera kir ku di Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de û piştî derbeyê 5 hezar mirov hatin qetilkirin, bi vê komkujiyê re pêkanînên pergala neolîberal xistin derwrê.
Li dijî şer tekoşîn divê
Aytaç destnîşan kir ku AKP li welat derbeyeke sivîl pêk aniye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi avakirina dîktarotiya fîlî li dijî gelê kurd heta niha şerekî ku nehatiye dîtin tê meşandin. Bi pêvajoya xwerêvberiyên cewherî re, bajar hatin rûxandin, AKP'ê hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe bi kar anî û li dijî hemû muxalîfan şer da dest pê kirin. AKP'ê meclis ji holê rakir û bi OHAL'ê, divê hemû beşên civakê bên gel hev û têkoşînê mezin bikin."
(ms)