ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Li bajare Minbicê ya ku ji DAIŞ'ê hat paqijkirin torbeyê Amonyum Nîtrat (NH4)(NO3) ku şîrketa wê li Tirkiyeyê ye hat dîtin. Hat zanin ku şîrket bi riya MÎT'ê Amonyum Nîtrat dişîne ji DAIŞ'ê re.
* Kalê 85 salî Şevkî Ulaş li ser gopalê xwe her roj tê serdana Berxwedêrên Greva Birçîbûnê. Ulaş ji Berxwedêran re got bi şev û roj hiş û aqilê wî li qada çalakiyê li ser berxwedêran e.
* Hevserokê TUAD ya Stenbolê Arîf Yilmaz tekîldarî çalakiya greva birçîbûnê ya li Amedê didome û berxwedana li zindanan dest pê bike diyar kir ku girtî dê 15’ê Îlonê de ji bo serokatiya xwe têkevin berxwedanê û got: "Çalakiyê grevê dê deriyê Îmraliyê veke û bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn."
* Mexdûrên Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê aşkera kirin ku AKP niha bi pêkanînên xwe ji 12'ê Îlonê kîmtir nîne, civak bi derbeya sivîl re rû bi rû ye.
* Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya Alimên Oldar a Îzmirê, bi minasebeta Cejna Qurbanê bang li alema îslamê kir û xwest ji cihê qurban jêkirinê, bila her kes piştgiriyê bide bajarên Kurdistanê yên ku hatine rûxandin.
* Karkerên Tedî Depoyê, karkerên şaredariyên Avcilar û Bakirkoy ya CHP'î li hemberî ji kar avêtinê berxwedana xwe didomînin. Karkerên di berxwedanê de ji ber nêzîkbûna cejnê bi gotina, "Cejn tûne, deyn bi deynê digirin" banga piştevaniyê kirin.
*6 meh di ser qedexeyê re derbas bûn, lê hêj 14 cenazeyên berxwedêrên Sûrê nehatine teşhîskirin û li goristanên bêkesan ên Amed, Dîlok, Elezîz û Meletiyê hatine definkirin.
* Parêzera Platforma Ji Ocalan re Azadî Ayşe Batumlu, diyar kir ku bi kûrkirina tecrîdê re dixwazin bêdengiya mirinê pêş bixin û xwest her kes vê axê ji ser xwe avêje.
* Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Êlihê Azîz Tûray, zextên li ser kedkarên perwerdehiyê zêde bûne nirxand û diyar kir ku kwan çawa di 12'ê Îlonê de di ber xwe da, dê niha jî di ber xe bidin.
* Dayikên Aştiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û Parazvanên mafên mirovan dê li Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Êlih û Amedê çalakiyên rûniştinê berdewam bikin (11.00)
* Hewldana 78'an têkildarî darbeya 12'ê ÎLonê û darbeya OHAL'ê li Hevraza Kazanci ya Stenbolê dê dauyaniyê bide. (12.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê tê têkildarî zextên li ser kedkarên perwerdehiyê li Enqere, Stenbol û gelek navendên din daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
JIN
* Endama Platforma Em dê Cînayeta Jinan Rawestînin Sanem Denîz Kural, bang li hemû jinan kir û xwest li dijî şerê Tirkiye û kuştina jinan têkoşîna xwe bilind bikin.
* Seroka Dayreya Polîtîklayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acar hêj di bin çavan de ye, yekîneya şaredariyê di nava çend salan de di aliyê çareserkirina pirsgirêkên jinan de karên girîng kirin.
ÇAND Û HUNER
* Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî yê ku bi dengê xwe yê xweş di dîroka şevbêrkan de cih girt 7 sal in ji ber nexweşiya 'Parkînson' nikare bistrê. Fadilê Cizîrî da zanîn ku piştî nexweşiyê êdî nikare bistrê.
ABORÎ
* Aborînas Prof Dr. Hayrî Kozanoglu tekîldarî pakêta razemeniyê ya Serokwezîr Bînalî Yildirim li Amedê aşkere kir, diyar kir ku di nava pakêtê de pereyekî pir pir zêde heye û got: "Em dipirsin; kaniya Serokwezîr li kû ye?"