DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ozer li ser axa xwe hat definkirin

 
10 Îlon
08:40 2016

ÇEWLÎG (DÎHA) - Endamê HPG'ê Mehmet Hişyar Ozer li navçeya Bonglanê ku lê ji dayik bûbû had definkirin. Serokwekîlê Koma HDP Îdris Baluken, diyar kir ku sed salin zilmê dikin, lê dê nikaribin vîna gelê kurd dîl bigirin.

Endamê HPG'ê Mehmet Hişyar Ozer (Xelîl Jêhat) ku di 24'ê Tebaxê de li Licê jiyana xwe ji dest dabû li Bonglanê hat definkirin. Malbatê piştî testa DNA'ê yê cenaze wergirtin û birin navçeya Bonglanê ya Çewlîgê. Serokwekîlê Koma HDP'ê yê Îdris Baluken, endam û rêveberên HDP û DBP'ê li gel malbatê cenaze wergirtin û çûn navçeya Bonglanê û cenazeye Ozer bi merasimekê li Goristana Bazman Asrî defin kirin. Koma beşdarî merasimê bû bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Piştî cenaze hat definkirin Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken axaftinek kurd kir.

'Em vê alê qet û qet danaxin'
Baluken, anî ziman ku sed salin zarokên gelê kurd li ser vê axê tên definkirin û wiha got: "Gelê me li gel hemû zilma dijwar vîna xwe teslîm nake. Sed salin zilmê dikin, lê nikarin vîna gel teslîm bigirin. Niha me ji can û kezeba xwe perçeyekî din da vê axê. Em dîsa soza ku em li têkoşîn û doza wan xwedî derkevin didin. Heta ku em gelê kurd, axa Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd azad bikin û em bi hevre li ser vê axê wekhev û azad bijîn, emê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilind bikin. Em tu carî ala vîna gelê kurd danaxin. Bila şehîdê me û gelê me rehet be."

Baluken, destnîşan kir ku anî ziman ku her dem li dijî gelê kurd şerekî taybet dimeşînin û niha jî bi girtin, binçavkirin, quyuman dixwazin vîna kurdan teslîm bigirin, lê tê tu carî nikaribin vîna gelê kurd teslîm bigirin. Gel êdî dibêje "Ocalan vîna min e" ji ber vê yekê dê nikaribin vîna gel bişkînin. Bila binerin gelê Bonglanê û Çewlîgê çawa li şehîdên xwe xwedî derdikevin. Referansa me ciwanên me yên ji bo vê axê xwe feda dikin in. Heta ku em têkoşîna wan bigînin serkeftinê dê têkoşîna me berdewam bike."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN