Heyeta Elman serdana bêrxwedêran kir
AMED (DÎHA) – Heyetek Elman Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ziyaret kir. Berxwedêran roja xwe bi guhdarkirin stranan û govend gerandinê bi dawî kirin.
Çalakiya 50 Berxwedarên Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Dorveger ku ji bo agahî ji rewşa Rêberê PKK Abdullah Ocalan bê girtin hatibû destpêkirin di roja 5’emîn de heta saetên êvarê bi hemû coşê berdewam kir. Çalakî rastî eleqeya dostên kurdan ên biyanî jî tê. Heyeta endamên Komela Kurdan a bajarê Dresdena Elmanya ya ku ji Heîdî Franzke û Achin pêk dihat hatin serdana berxwedêran. Heyeta Alman ligel Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim û Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan sohbet kir û nêrînên wan ên derbarê Ocalan de girtin.
Heyeta Elman berxwedêran ziyaret kir
Yildirim ji heyeta Alman daxwaz kir ku tecrîta li ser Ocalan li qadên Elmenya ji sazî û raya giştî re bidin xuya kirin. Heyetê jî daxwazên berxwedêran li cem xwe nîşe kir û dan diyar kirin ku dê ew li Elmanya ji bo têkoşîna gelê kurd û Ocalan xebatan bidin meşandin. Heyetê ligel xwarziya Ocalan, Dîlek Ocalan wêne kişandin.
Berxwedêran roja xwe bi stran û govendê qedandin
Li aliyê din berxwedêr dema xwe bi sitrînê derbas dikin. Birayê Haci Bîrlîk ê li Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, Mehmet Bîrlîk stran ji girseyê got. Her wiha hûnermendê Navenda Çanda Mizgîn a Êlihê Adil Aslan bi stranên şoreşgerî vegot. Berxwedêran jî li ber stranan rabûn govendê û roja xwe bi govend gerandinê bi dawî kirin
(bg/mae)