DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Em şaredarên Korsan qebûl nakin'

 
9 Îlon
15:01 2016

ÊLIH (DÎHA) - Gel û nûnerên Êlihê li dijî biryarên Wezîrê Karên Hundir û walîyan ên qeyumê li Şaredariya Êlihê dest bi nobetê kirin. Wekîlê Êlihê Mehmet Alî Aslan, diyar kir ku ew şaredarên korsan qebûl nakin.

Gel û nûnerên Êlihê li dijî biryara KHK'ê ya OHAL'ê ku dixwazin bi riya qeyumê şaredariyan desteser bikin li avahiya Şaredariyê dest bi nobetê kirin. Girseya ku li Şaredariyê kom bûn daxuyanî dan. Di çalakiya nobetê de Wekîlên HDP'ê yên Êlihê Mehmet Ali Aslan û Saadet Beceriklî, endam û rêveberên HDP û DBP'ê, Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel û gelek nûnerên saziyên civakî û welatî amade bûn.

'Em şaredariyên xwe terk nakin'

Şaredarê ji peyvirê hatiye dûrxistin Sabrî Ozdemîr, diyar kir ku ew lê di lijî vê pêkanîna li dijî qanûn û demokrasiyê di ber xwe bidin û vê biryarê qebûl nakin. Ozdemîr, anî ziman ku gel ew hilbijartine û tenê gel dikare wan ji peyvirê bigire. Ozdemir, anî ziman ku gel vîna xwe teslîmî wan kiriye û ew dê ji bo vîna xwe nobetê bigirin û nadin destê kesî. "

Li dijî hemû gelê Tirkiye şer daye destpêkirin

Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel ku ji peywirê hatiye dûrxistin jî bertek nîşan da û wiha got: Darbeya 15'ê Tirmehê li dijî vîna gel didome. Ji hilbijartina 7'ê Hezîranê heta niha li dijî gelê kurd û siyaseta kurd şerekî tayet hatiye destpêkirin. Ev şer tene li dijî kurdan nehatiye destpêkirin. Ev şer li dijî hemû gelê Tirkiye hatiye destpekirin. Li dijî hemû kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze hatiye destpêkirin.

'Em şeradarên sexte nas nakin'

Wekilê Êlihê M. Alî Aslan jî anî zima ku hemû bang û awazên wan ên ji bo aştiyê li ber çavan nayên girtin û wiha got: "Em li dijî hişmendiya îxtîdara ku dixwaze her derê bike gola xwînê têdikoşin. Berî her tiştî em şaredarên korsan qebûl nakin. Şaredarên ku bi riya qeyumê bên avêtin qet û qet dê neyê qebûlkirin. Em dê bi berxwedanê mafê xwe bi dest bixin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN