'Em serî natewînin'
WAN (DÎHA) - Patforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê sirgûn û îxraca kedkarên perwerdehiyê şermezar kirin û diyar kirin ku ew serî li hemberî van zextan natewînin.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê biryara KHK'ê, sirgûn û îxraca kedkarên perwerdehiyê şermezar kirin. Endam û rêveberên Şaxa Egîtîm Senê û KESK'ê ya Wanê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyanî da çapemeniyê. Komê silogana "Kedkar dê dîsa bi ser bikevin" berz kirin û pankarta "Polîtîkayên sirgûn û îxracê nikarin serê me bitewînin" vekirin. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê Şukru Kaçici daxuyanî da û polîtîkayên AKP'ê şermezar kir. Kaçici anî ziman ku wan heta niha serî li hemberî polîtîkayên AKP'ê netewandiye û ji niha û şûnde jî dê serî netewînin.
Kaçici da zanin ku ew dê di her milî de mafên endamên xwe biparêzin û li dijî van zextan heta dawî têbikoşin.
(era-oz/mae)