Nûçegîhanê DÎHA Mehmet Kurnaz hat berdan

9 Îlon
21:04
2016
ENQERE (DÎHA) - Nûçegîhanê DÎHA'yê Mehmet Kurnaz û 4 kesên din piştî sewqî dadgehê hatin kirin serbest hatin berdan.
Nûçegîhanê DÎHA Mehmet Kurnaz ku dema nûçe dişopand li gel 6 kesan hat binçavkirin, sewqî dozgeriyê hat kirin. 6 kesên sewqî dozgeriyê hatin kirin bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê nûçgîhanê DÎHA Mehmet Kurnaz û welatiyên bi navê Tulay Korkutan, Kenan Polat, Bayram Kaya û Can Ozen serbest berdan. Rêveberê HDP'ê ya Etimesgutê Dinçer Dag jî hat girtin.
(mae)