Waniyan tecrîd şermezar kir
WAN (DÎHA) - Rêxistina DBP û BDP'ê ya Wanê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê li gel endam û rêveberên saziyên demokratîk ên Wanê li Parka Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Komê di çalakiyê de pankartên "Azadiya Rêberê me Azadia me ye", "Em kesên bedena xwe li ber birçîbûne razandine silav dikin" vekirin. Di çalakiyê de Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Wekîla Hevşaredara Artemêtê Nurhayat Çelîk, rêverên HDP û DBP yê bajêr û navçeyan amade bûn. Hevserokê DBP yê Rêya Armûşê Hazim Harmaci, diyar kir ku pirsgirêka kurd bi înkar û îmhayê derketiye holê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê daxwazên gel ên ji bo azadiya Birêz Ocelan bi tecrîda giran bersivand. Em ji ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan agahî nagirin. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe divê divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jî divê hemû gelê kurd û bindest piştgiriyê bide çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê.
(era-oz/mae)