'Em vê bêhiqûqiyê nas nakin'
MÊRDÎN (DÎHA) - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'a Mêrdînê Haldullah Yildirim, têkildarî îxraca mamosteyan daxuyanî da û diyar kir ku ew van bêhiqûqiyan nas nakin.
Şaxa Egîtîm-Sen'ê ya Mêrdînê der barê îxraca mamosteyan, li avahiya KESK'ê bi tevlîbûna endamên KESK'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen'ê Hamdûllah Yildirim diyar kir ku piştî hewldana derbeyê û îlankirina OHAL'ê lêpirsîn, ji kar avêtin gehiştiya asta herî jor. Yildirim da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê hemû tişt xistiye destên xwe û bûye wek çekek herî xeter. Yildirim bi lêv kir ku hikumeta AKP'ê 15'ê tirmehê ji xwe re kiriye wek derfetê zordariyê û axaftina xwe wiha domand: "AKP'ê meclîs ji dewrê derxist. Bi OHAL'ê pêkanînên der hiqûqî xist dewrê. Dixwazin hemû kesên kedkar, dijî perwerdehiya bi pere, yên difikirin tune bikin. Darbekar hemû mamosteyên kedkar tasfiye dikin. Em van nehiqûqiyan nas nakin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Kedkaran heta niha tu carî serî ne tewandine. Em ji niha pêv de jî natewînin. Em ji xeta xwe tavîz nadin. Em hikûmetê hişyar dikin ku dest ji van polîtîkayan berdin."
Bi çepikan dawî li daxuyaniyê anîn.
(kom/mae)