DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

PDK mîtînga 'Ji bo azadiya Ocalan' asteng kir

9 Îlon
18:14 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - PDK, li Hewlêrê mîtînga ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan dê bihata lidarxistin asteng kir.

Li Başûrê Kurdistanê, welatiyên ku ji Silêmanî, Germiyan, Şarezor û Raperînê hatin û li Kerkûkê civiyan, li ser rêya Hewlêrê tevî girseya ku ji Mexmûrê dihat ber bi Hewlêrê ve ketin rê. Lê belê girseya ku xwest têkeve Hewlêrê, li têketina bajêr ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hat astengkirin. Girse hîn jî li Asayîşa Pirdê tê rawestandin.

Her wiha hat zanîn ku hêzên asayîşê meşa gelê ku li ber Pira Eynkawayê civiyan asteng kir û amûrên deng ên ji bo mîtîngê jî desteser kirine.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN