Şewata li Oremarê her diçe berfirehtir dibe

COLEMÊRG (DÎHA) – Li herêma Oremarê ya Geverê şewata daristanan a ji aliyê leşkeran ve xwe da der, bi roja ye berdewam dike û ji ber duxana şewatê çiya naxuyên.
Li herêma Oremarê ya Gevera Colemêrgê, şewata daristanan a ji aliyê leşkeran ve xwe da der, bi roja ye berdewam dike. Şewata ku herî zêde li hawirdorên qereqolên Oremar û Şîtazînê xwe daye der, her diçe berfirehtir û gurtir dibe. Ji ber şewata ku her diçe zêde dibe gelek dar û daristan şewitîn û ji ber duxana şewatê piraniya çiyayan naxuyên, û hat diyarkirin ku hîn jî leşker hin deveran didin ber agir.
Ekîpmanên îtfaiyeyê yên ku di 3 rojên ewil ên şewatê de dema xwestin mudaxileyî şewata hawirdora Qereqola Şîtazînê bikin, ji ber şert û şirûtên xwezayî bi paş ve kişiyabûn.
(kom/red)