DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîs xwe di nava betonê de vedişêrin'

 
9 Îlon
15:55 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Gelê Nisêbînê bi mehan li dijî hêzên dewletê ya tang û topan di ber xwe da û dîrok nivîsand. Hêzên dewletê ku bi mehan êrîş pêk anîn niha xwe di nava dîwarê betonî de vedişêre.

Bajarê Nisêbînê ku her dem bi berxwedan û serhildanên xwe tê bîranîn û nasîn, li dijî êrîşên hêzên dewletê yên bi tang, top û balafiran 4 mehan di ber xwe da. Navçeya ku bi sitrana "Nisêbîna rengîn" li ser zimanan belav bû û wekî warê Apê Musa tê zanîn, piştî ilana xwerêveberiya cewherî heta dawî di ber xwe da û warê xwe terk nekir. Li navçeya ku zarok, jin kal, pir ciwan hemû beşên civakê di ber xwe da. Gelê ku li Nisêbînê li dijî êrîşan Hêza Parastina Sivîl a YPS û YPS-JIN ava kir, bi mehan li dijî tang û topan şer kir. Gelê Nisêbînê li dijî qedexeyên 6 caran û êrîşên tang û topan şer kir. Di berxwedana Nisêbînê de bi sedan leşker û bi sedan polîs hatin kuştin. Serokwezîr, Wezir, Serfermandar hatin Nisêbînê û xwestin moral bidin leşker û polîsên xwe. Ji ber gelek endamên HOH û JOH'ê hatin kuştin gelek caran şerê hev kirin û Nisêbîn ji bo wan bû "Sendrom"

Gelek birîndar şandin GATA û li cem dirûnînasan hatin dermankirin. Gelek leşker û polîs derûniya wan xera bû û êdî Nisêbîn ji bo wan bû Sendrom. Ji ber ku hêzên dewletê li Nisêbînê têk çû vê carê bi tagn, top, balafirên şer, hawan ketober bê navber bombebaran kir û her der xera kir. Serokwezîr, Serokomar fermana "Kevir li ser kevir nehêlin" da û balafirên şer tax bombe kirin. Bi hezaran xaniyên li taxên Elika, Yenişehir, Koçer, Şehit Gelhat, Kanîka û Zeynelabidin şera kirin. Niha 6 tax bi têlan hatiye pêçan û xerakirina malan hêj didome.

Hêzên dewletê ku nekarîbû berxwedana gelê Nisêbînê têk bibe vê varê dest bi diziya malan kir. Li aliyê din li taxa Kanîka ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo xaniyên li qada ku nêzî 20 dolime hemu xera û molozên wan ji kom kirin.

Bi têlan sînor sînorekî din li ser sinor ava kir. Piştî qedexe nava rojê bi dawî bû hemû gelê Nisêbînê dîsa vegeriya taxên xwe û dest bi avakirina jiyane kirin. Gel piştî vegeriya malên xwe polîsan li der û dorên qereqol û nokteyên kontrolê dîwarên betonî danîn û xwe di nava dîwarên betonî de veşartin.

Bi dîwarên betonê dora xwe pêçan

Hikûmetê ku wekî serkeftinê her tişt nîşan da, niha li nava Nisêbînê polîs û lmeşkeran xwe di nava diwarên betonî de veşartiye. Di ketin û derketinê de li nokteyên kontrolê dîwarên betonî danîn. Polîs û leşkerên li Nisêbînê li hemû qadên ku lê dijîn xwe bi dîwarên betonî pêça ye û di nava dîwaran de hepis kiriye. Ev jî sendroma wê nîşan dide ku gel tirsek mezin li ser polîs û leşkeran ava kiriye.

Disa di nava kolanan de nikarin ji maşîneyên xwe yên zirxî dakevin û tenê bi maşîneyên zirxî di nava kolana de digerin. Hêzên dewletê ku li her derê wekî ku bi ser ketiye nîşan da, xwe di nava dîwarên betonî de pêça ye û veşartiye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN