DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bertekên li dijî tasfiyekirina perwerdekaran her diçe zêde dibin

 
9 Îlon
15:20 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li dijî Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê De ya ku ji aliyê hikûmetê ve hat derxistin û pê 11 hezar û 285 kedkarên perwerdehiyê ji peywirê hatin girtin, bertekên Egîtîm-Senê her diçe zêde dibin. Li gelek bajaran, piştgira bo Egîtîm-Seniyan xwe dide der.

Ji STO'yên Amedê li dijî jipeywirgirtinê bertek hatin nîşan dan

Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, MAZLÛM-DER, Komeleya mafên Mirovan (ÎHD) û Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî jipeywrgirtina 11 hezar û 285 kedkarên perwerdehiyê li Xizmeta Alîkariya Edlî ya Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Rêveber û endamên saziyan beşdarî civînê bûn. Wekîlê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen metna hevpar çapemeniyê xwend. Ozmen bi bîr xist ku, ew wek saziyên civaka sivîl piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê wan di daxuyaniyên xwe de dijberiya derbeyê daye der û di her platformê de wan dijberiya xwe yî li hemberî derbeyê aniye ziman. Ozmen anî ziman ku, di pêcvajoya piştî heldana derbeyê de akadmîsyenên ku belavoka aşitiyê îmzekirin jî di nav de 50 hezar xebatkarên cemaweriyê bêyî rastî lêpirsînan bên û îfadeyên wna bên girtin ji kar hatine îxrackirin û ev rewş rewşeke ku fikarên mirovan zêde dikin.

Ozmen piştî daxuyaniya Serokwezîr Yildirim li dijî bêyî lêpirsîn û darziandinê jipeywirgirtinê ya 11 hezar û 285 mamosteyên MEB'ê bertek nîşan dan û wiha got, "Rewşa 11 hezar û 285 mamosteyên ku ji peywirê hatin girtin, wek nimûneyeke derhuqûqî ya cuda derketiye pêşiya me."

Ozmen di daxuyaniyê de qala derhuqûqiya vê biryarê kir ku û got, ew dê wek rêxistinên civaka sivîl li dijî tesfiyekirina muxalefetê li ber xwe bidin.

Li seranserê Tirkiyeyê ji 11 hezar û 285 mamosteyên ku ji peywirê hatin girtin, ji vana 947 jê li Êlihê, 97 jê li Çewligê, 418 jê li Dersimê ji peywirê hatin girtin. Tê diyarkirin ku dê hejmar zêdetir bibe.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN