DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Emê şaredarên Korsan qebûl nekin'

 
9 Îlon
14:54 2016

ÊLIH (DÎHA) - Li hemberî hewla tayînkirina qeyûmê ya Şaredariyên DBP'ê li bajarê Êlihê çalakiya nobetê hat destpêkirin.

Li bajarê Êlihê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûmê bi tevlîbûna Parlementerên HDP'ê Mehmet Alî Aslan, Saadet Becerîklî, Hevşaredarên bajar û navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û bi tevlîbûna gel daxuyaniyek hat dayîn.

'Emê vîna demokratîk deynin holê'

Hevşaredarê ji peyvirê hat girtin Sabrî Ozdemîr dazanîn ku mafê li ber xwe danê demokratîke û anî ziman ku ewê vîna xwe ya berxwedanê deynin holê. Ozdemîr diyar kir ku ew ji hêla tu partiyan ve nihatine tayînkirin û vîna gel temsîl dikin û got ku ewê şaredariyan biparêzin û anî ziman ku tenê ew dikarin bi rêya hilbijartinê biçin.

'Derbeya 15'ê tîrmehê didome'

Piştre Hevşaredara ji peyvirê hat girtin Gulîstan Akel axivî û diyar kir ku derbeya 15'ê tîrmehê dewam dike û anî ziman ku tenê di dema derbeyan de qeyûm tên tayînkirin û got ku siyaset tê tasviyekirin.

'Qeyûm dê şûnve biçe Enqereyê'

Herî dawî Parlementerê HDP'3e M. Alî Aslan axivî û dazanîn ku ew beramberî desthilatdariyek ku dixwaze beriya cejnê her derî veguherîne gola xwînê re rû bi rû ne û got ku beriya her tiştî ewê şaredarên korsan nasnekin.

Daxuyanî bi çepik û dûrişmeyên 'Bi berxwedanê emê qezenc bikin' bi dawî bû.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN