DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Em wekî Yilmaz Guney şopdarê aştiyê ne'

 
9 Îlon
14:38 2016

AMED (DÎHA) - Sînemager û çalakgerê berxwedana greva birçîbûnê Îbrahîm yildirm, têkildarî 32'emîn salvegera wefata Yilmaz Guney diyar kir ku ew jî wekî Yilmaz Guney ji bo aştiya gelan di berxwe didin û wiha got: "Em dê bi ser bikevin."

Derhênerê kurd û sînemagerê şoreşger Yilmaz Guneş, 32 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. Di 32'emîn salvegera wefata Yilmaz Guney de ligelek navendan tê bibîranîn. Yilmaz Guney ku heta niha gelek fîlmên xwe hat naskirin û bi gotina "Em dê bi ser bikevin. Azadî dê bi ser bikeve" di hiş û aqilan de cih girtiye li gelek cihan tê bibîr anîn.

Sînemager û çalakgerê berxwedana greva birçîbûnê Îbrahîm Yildirm jî têkildarî 32'emîn salvegera wefata Yilmaz Guney diyar kir ku ew jî wekî Yilmaz Guney ji bo aştiya gelan di berxwe didin û wiha got: "Em dê bi ser bikevin."
Yildirim 5 rojin ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê di nava 50 kesan de di çalakiya greva birçîbûnê de ye.

Yilmaz diyar kir ku îro di çalakiyek wisa de dibe ku ji ber şopdarê wî ne û nêzî hunera wî ne. Yilmaz Guney hunermendekî rê nîşan dida. Hem hunermend bû û hem jî şoreşger bû. Em xwe wekî şopdarê wî dibînin.

Di dîroka huner û sînemayê de Halîl Dag û Yilmaz Guney cihekî taybet îfade dikin. Yilmaz Guney têkiliya civak û hunerê baş bi hev girê dida. Di qada sinemaya civakê de hunermendekî pir xurt bû. Em jî di rêça wî de dimeşin. Hunermend nikare ji nirxên civakê dûr hunerê bike. Em jî weki Yilmaz Guney ji bo aştiya civakê têdikoşin. Em îro ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berxwedana gireva birçîbûnê dene. Em bi fîlmên Yilmaz Guney mezin bûn. Hemû şoreşgeran xwe ji bo şoreş û gel feda kirine. Yilmaz Guney jî digot 'Em dê bi ser bikevin" Em dê şopdarê wî bîn."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN