DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm tayînî Şaredariya Kopê hat kirin - HATE NÛKIRIN

 
9 Îlon
14:25 2016

MÛŞ (DÎHA) - Qaymeqamê Navçeya Kopê, bi rêya telefonê li Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Şaredariya Kopê geriya û ragihand ku qeyûm tayînî şaredariyê kirine.

Nûçeyên tayîna qeyûmê yên ku duh bo şaredariyên Sûr û Farqînê yên navçeyên Amedê xwe dan der, îro heman nûçe bo Şaredariya Kopê ya Mûşê jî xwe da der. Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Şaredariya Kopê Fethî Çoban ragihand ku Qaymeqamê Navçeyê lê geriyaye û bo wî gotiye, "Dê qeyûm tayînî şaredariya we bibe, dê piştî nîvro nivîsa fermî bê. Bila hayê we jê hebe."

Çoban, wiha got "Niha li şaredariya me birêvebrina kar bi awyaekî normal didome. Hîn bi awayekî fermî tu belge bo me nehatine."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN