DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li hemberî trênê êrîş

 
9 Îlon
14:00 2016

MÛŞ (DÎHA) - Li bajarê Mûşê dema trên derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 7 vagon ji rê derketin.

Di saet 12:45'an de trêna sefera Tetwan-Elezîzê dikir dema li nêzî gundê Yorecîk ê girêdayî navenda Mûşê derbas dibû teqîn pêk hat.Di encama teqînê de 7 vagonên trênê ji ser rêya hesin derketin.

Der barê mirin û birindaran de agahî nihatin wergirtin. Hate diyar kirin ku li herêmê operasyon hatiye destpêkirin û ji bo rakirina 7 vagonan xebat hat destpêkirin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN