Sedan kesan serdana Berxwedêrên Grevê kirin
AMED (DÎHA) – Çalakiya 50 Berxwedêrên Greva Birçîbûnê di roja 5’emîn de rastî serdanên girseyî tê. Eleqeya sazî û welatiyan roj bi roj zêdetir dibe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ku 50 berxwedêran daye destpêkirin di roja 5’emîn de bi coşek mezin didome. Berxwedêr ên ku saet di 10.00’an de li cihê çalakiyê dest bi rojê dikin, rojevê jî ji rojnameyên Azadiya Welat û Ozgrulukçu Demokasî dixwînin û hin berxwedêr jî di rojnivîsên xwe di nivîsînin. Pêşmalkên li ser çalakvanan ku di rojên ewil de tenê bi posterê Ocalan li ser bû niha jî nivîsên “Tecrît sucek mirovahiyê ye”, “Azadiya Ocalan azadiya me ye”, “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” û “Ocalan hebûna me ye” hatin nivîsandin.
Kom bi kom diherikin
Li aliyê din her ku diçe çalakiya berxwedêran rastî eleqeyek mezin tê û bi sedan welatî û rêveberên saziyan berxwedêran ziyaret dikin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û heyeta pê re, xebatkarên Navenda Çanda Mizgîn a Êlihê, şanoger, Pîr û Dayikên Ocaxên Zarokên Dêrsîmê û bi sedan welatî berxwedêran ziyaret kirin û li rewşa wan pirs kirin û piştgiriya xwe ji bo wan anîn ziman.
‘Em aşîtî û azadiyê dixwazin’
Di serdanê de ewil nûnerê Pîr û Dayikên Ocaxên Zarokên Dêrsîmê Hasan Genç axivî û diyar kir ku pêwîste her civak li gorî baweriya bijîn û got ku ji bo yekîtî û tifaqê vê çalakiyê destek dikin. Genç bal kişand ser hemû qetliyamên li Kurdistanê pêk hatine û pêk tên û got ku ew şer naxwazin ew aşitiyek mayînde û jiyanek azad dixwazin.
Stran hatin vegotin
Ji Rihayê jî dayika bi navê Adalet Çay hat serdanê û strana ku li ser berxwedanên bajarên Bakûrê Kurdistan çêkiriye strî. Hûnermendên Navenda Çanda Mizgîn a Êlihê jî ji bo berxwedêran bi sitranan piştgiriya xwe anî ziman.
(kom/mae )