DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji HDP'ê li dijî kampanyayên sexte hişyarî

 
9 Îlon
13:01 2016

ENQERE (DÎHA) - HDP, ragihand ku bila tu kes baweriya xwe bi parvekirinên li ser civaka medyayî yên di bin navê "Bo Cizîr û Silopiyayê kampanyay piştevaniyê" de tên kirin, neyîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî parvekirinên li ser civaka medyayî yên di bin navê "Piştevaniya bo Cizîr û Silopiyayê" de bi logoya HDP'ê tên parvekirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Parvekirinên ku wek kampanyaya piştevaniyê ya bo Cizîr û Silopiyayê tên lansekirin, tu têkileyek wan bi partiya me re tune ye." Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bila tu kes baweriya xwe bi kampnayayên bi vî awayî neyîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê derbareyê kesên ku bi logoya HDP'ê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin de, hewldanên zagonî bên destpêkirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN